​​​​​​​QSD: Îdiayên 5 şervanên me winda bûne, derew in

QSD’ê da zanîn ku hin dezgehên çapemeniyê agahî belav kirin ku 5 endamên QSD’ê li ser rêya Reqa-Hesekê winda bûne, ew agahî derew in.

​​​​​​​QSD: Îdiayên 5 şervanên me winda bûne, derew in
13 nîsan, 2022   20:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê wiha hate gotin:

"Ji bo sedemên qirêj, hin dezgehên çapemeniyê yên girêdayî çeteyên dewleta Tirk nûçeyên derew belav kirin ku 5 şervanên QSD’ê li ser rêya Reqa –Hesekê winda bûne. Ev agahî ne rast in, dewriyeyên hêzên me û çavdêriya hewayî bi awayekî dorveger li wê herêmê pêk tê.

Êdî ew dezgehên ku nûçeyên derew belav dikin, eşkere ne, em bang li dezgehên çapemeniyê yê xwedî berpirs, her wiha şopîneran dikin ku nekevin xefka wan derewan û xwe bispêrin çavkaniyên ragihandinê yên fermî yên QSD’ê."

(fr)

ANHA