Welatparêz Şemsedîn Mele Îbrahîm di yekemîn salvegera koçkirinê de hate bibîranîn

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD`ê Aldar Xelîl di salvegera koça dawî ya têkoşer Şemsedîn Mele Îbrahîm de anî ziman ku nemir dibistana wefedariyê bû. Kurê wî Ciwan jî got, heta dema jiyana xwe ji dest tiliyên wî yên serkeftinê li jor bûn.

Welatparêz Şemsedîn Mele Îbrahîm di yekemîn salvegera koçkirinê de hate bibîranîn
13 nîsan, 2022   13:35
HESEKÊ

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) îro salvegera yekemîn a têkoşer û siyasetmedar Şemsedîn Mele Îbrahîm bi bîr anî û di merasîmê de, soz da malbatê ku ew ê xeta nemir bişopîne.

Merasîma salvegerê li hola PYD`ê ya taxa Salihiyê ya bajêr bi beşdariya endamê Desteya Hevserokatiya PYD`ê Aldar Xelîl, malbata têkoşer Şemsedîn Mele Îbrahîm û endamên partiyê li dar ket.

Destpêka merasîmê endamê Desteya Rêveber a PYD’ê Aldar Xelîl axivî û sersaxî ji malbat û hevrêyên têkoşer Şemsedîn Mele Îbrahîm re xwest. Xelîl anî ziman ku têkoşerên wekî Şemsedîn ji berê de û heta niha nûnertiya rastî û dîroka doza Kurd dikin, her wiha qonaxeke girîng a Tevgera Rizgariya Kurdistanê û destkeftiyên wê dikin.

Xelîl ev li gotina xwe zêde kir: "Tevgera şoreşgerî ya li Rojava bi naskirina rêbertî ji ciwanan re dest pê kir, ji wan jî têkoşer Şemsedîn Mele Îbrahîm e. Ger ne ji van ciwanan bûya tevger pêş nediket û di vê demê de jî me encam bi dest nedixistin."

Aldar Xelîl destnîşan kir ku kesayeta siyasî ya Şemsedîn Mele Îbrahîm hemû qonax derbas kirin, ji yekemîn kesayetên perwerde bi rêber Ocalan re dît.

Aldar Xelîl diyar kir ku têkoşer Şemsedîn Mele Îbrahîm dibistana wefedarî bû û bandor li her kesî kir, ji ber ku xwedî pîvan û rêgezên welatparêziyê bû.

Piştre kurê têkoşer Şemsedîn Mele Îbrahîm, Ciwan Mele Îbrahîm axivî û got: "Ji bo min ne tenê bav bû, lê belê li malê ji me re mamoste û dibistan bû, her wiha dema me biryara tiştekî dida me şêwra wî dikir."

Ciwan Mele Îbrahîm ev li axaftina xwe zêde kir: "Ji destpêkê ve bavê min, em li ser rihê welatparêziyê û xizmetkirina tevger û gel mezin kir. Ez rojên dawî yên bavê xwe yên di nexweşxaneyê de ji bîr nakim, her tim digot, herin ser karên xwe ji ber ku ew ji mayîna we li nexweşxanyê girîngtir e."

Îbrahîm diyar kir ku heta dema rih ji bavê wî kişiya jî, nîşaneyên wî yên serkeftinê li jor bûn. Li ser vê yekê soza şopandina rêya bavê xwe da.

Di dawiyê de PYD`ê spasname pêşkêşî malbatê kir.

(eh)

ANHA