​​​​​​​‛Dîwar, parçekirina herêmên Kurd û têkbirina şoreşa Kurdistanê ye’

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê da zanîn ku dîroka îxanetên destek daye dagirkeriyê ku planên xwe pêk bînin, herêmên Kurd parçe bikin û şoreşa Kurdistanê têk bibin, ji bîr nake.

​​​​​​​‛Dîwar, parçekirina herêmên Kurd û têkbirina şoreşa Kurdistanê ye’
14 nîsan, 2022   01:56
KOBANÊ

Têkildarî lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de ji hêla hikumeta Iraqê ve endamên Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê ji ajansa me re axivîn.

Der barê lêkirina dîwar de ji hêla arêtşa Iraqê ve gel bertekên nerazîn û redkirinê nîşan dan.

Artêşa Iraqê bi perspektîfên serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî dest bi lêkirina dîwar di navbera Şengal, Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kir.

Li gorî van agahiyan dê dîwar bi dirêjahiya 250 kîlo metre, bi bilindbûna 4 metreyan, tê de kamereyên çavdêriyê yên li ser germê di bircan de hene, were lêkirin.

Der heqê mijarê, endama Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê Hebûn Mihemed wiha got: "Lêkirina dîwar mijarekî redkirî û nayê qebûlkirin. Dijminên gelê Kurd hewl didin erdnîgariya di navbera parçeyên Kurdistanê de bi van sûcan parçe bikin. Li kêlek wê jî îxaneta ku PDK’ê dike van sûcên li Başûrê Kurdistanê hêsan dike."

Hebûn Mihemed wiha domand: "Hikumeta Iraq, PDK’ê, dewleta Tirk û hevalbendên wan planeke hevbeş danîne ku rêveberî û destkeftiyên gelê Kurd bi hemû rêbazan têk bibin."

Li aliyekî din jî endama Yekitiya Jinên Ciwan Dicle Hesen wiha got: "Lêkirina dîwar di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ji hêla hikumeta Iraqê ve, bi armanca hêsankirina têkbirina şoreşa Kurd li Kurdistanê ye û PDK’ê destekê dide vê gavê."

Li gorî Dicle Hesen tiştê ji hêla dewleta Tirk, hikumeta Iraqê û PDK’ê ve tê kirin, derbekirina doza Kurd e û wiha domand: "Lê gel ji bîr nake û li îxanetên destekê didin van planên dijminane nayê rihmê."

Dicle Hesen ji PDK’ê re got: "Hûn çiqas xizmetî ajandeyên derve bikin tu qîmeta we ji bilî di nava civaka we de tune ye. Divê hûn xizmetê doza gelê Kurd bikin, tevî van hemû kiryaran jî dê civaka me, civakek demokratîk û azad bimîne, li pêş tu hêzê serî natewîne."

Her wiha endama Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê Feryaz Hemê li ser rastiya ku PDK’ê îdia dike doza Kurd bi rê ve dibe mat ma û wiha got: " PDK’ê li hember hemû sûcan  bê deng e û di lêkirina dîwarê navbera her du herêmên Kurdan de; Şengal û Rojava destekê dide."

Feryaz Hemê ev tişt anî ziman: "Heke Kurdiyatiyê îdia dikin, çima lêkirina dîwar red nakin. Lê îxanetê pêk tîne û li pey berjewendiyên xwe yên takakesî û partîtî yên teng dibezin."

Feryaz Hemê wiha di dawiyê de got: "Dê rojek were û dîwar were hilweşandin. Em ê xebata xwe ji bo yekitiya gelê Kurd berdewam bikin û sînorên çêkirî rakin."

(fr)

ANHA