Platforma "Em ê qetilkirina jinan rawestînin" îdiayên desthilatên Tirkiyê red kirin

Platroma "Em ê qetilkirina jinan rawestînin" a têkildarî tundiya li ser jinan piştî desthilatên Tirkiyê dozek li dijî wê rakir, da zanîn ku ew îdiayên li dijî wê hatine rakirin "derqanûnî ne û ne rast in".

Platforma "Em ê qetilkirina jinan rawestînin" îdiayên desthilatên Tirkiyê red kirin
13 nîsan, 2022   13:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Desthilatên Tirk li dijî platforma "Em ê qetilkirina jinan rawestînin" dozek vekir.

Li gorî Rojnewsê, platformê der barê vê dozê de daxuyaniyek da û wiha tê de hate gotin: "Bi tawana "xebata li dijî qanûn û exlaqê" tê kirin, dozek li dijî platformê hate vekirin, ew îda derqanûnî ne û tu ji rastiyê dûr in. Ev doza ku dadgehê li dijî komeleya me vekiriye, gûmanên xurt der barê sûcên dike de çêkirin."

Di daxuyaniya platformê de hate destnîşankirin ku di bin navê parastina mafên mirovan de dixwazin malbatê têk bibin û parçeb bikin.

Platformê de got ev îdia derqanûnî ne û ji rastiyê dûr in û bi wê yekê hewl didin sûcên li dijî wan pêk bînin. Divê hemû bizane ku Platforma "Em ê qetilkirina jinan rawestînin" gelek çalakî ji bo têkoşîna li hember tundî û qetilkirina jinan li pêş hemû dadgehan li dar xistine. Ev doz ji bo rizgarkirina jinan, wekhevî û azadiyê ye.

Platforma "Em ê qetilkirina jinan rawestînin" platformeke tirkî ya nehikumî ye, sûcên tundiyê yên li dijî jinan dişopîne, bîlançoya fermî ya têkildarî sûcên qetilkirinê û tundiya li dijî jinan amade dike û li dijî tevahî şêweyên tundiya li dijî jinan tê dikoşe.

ANHA