​​​​​​​‘Dîwarê di navbera Rojava û Şengalê de hewldana pêkanîna Peymana Sykes-Picot e’

Şêniyên Hesekê di civînekê de li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û hevkariya PDK`ê, banga bilindkirina asta têkoşînê kir û got "Lêkirina dîwarê di navbera Rojava-Şengalê de hewldana pêkanîna Peymana Sykes-Picot e."

​​​​​​​‘Dîwarê di navbera Rojava û Şengalê de hewldana pêkanîna Peymana Sykes-Picot e’
13 nîsan, 2022   12:47
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Hesekê di çarçoveya civînên gel de, îro civînek li Hesekê li dar xist.

Meclisa Malbatên Şehîdan bi armanca şermezarkirina lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de bi destê hikumeta Mistefa Kazimî û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re, civînan li dar dixe.

Civîn li navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a li bajêr li dar ket û tê de behsa geşedanên siyasî, leşkerî û pêşketinên li Sûriyê û Kurdistanê hate kirin.

Bi dehan şêniyên bajêr, endamên meclisan û saziyên sivîl ên bajêr tev li civînê bûn.

/ar/uploads/files/2022/04/13/114630_dsc_0337-28large29.webp

Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Mistefa Ehmed axivî û îşaret pê kir ku cîhan bi şerê cîhanê yê sêyemîn re rû bi rû ye û got: "Aliyên navneteweyî hewl didin hegemonyaya xwe ya leşkerî ferz bikin."

Ehmed îşaret bi lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de, bandorê wê li ser civata Kurdistanê û li ser pêşeroja herêmê kir û got: “Lêkirina dîwar berdewamiya peymana 9`ê Cotmeha 2020`an e, di heman demê de pêkanîna Peymana Sykes-Picot e.”

Mistefa Ehmed ev li gotina xwe zêde kir: "Ev peyman temsîla hişmendiya faşîst a sedsala 21`an dike û ambargoyeke giran e ku armanc jê derbekirina Herêmên Parastinê yên Medyayê û hêzên parastina azadiya gelê Mezopotamyayê ye."

Ehmed di dawiya gotina xwe de destnîşan kir ku divê gelê her çar parçeyên Kurdistanê siyaseta hikumeta Kazimî û PDK û AKP`ê nas bikin.

Di dawiyê de jî beşdaran nêrînên xwe anîn ziman û got li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevkariya PDK`ê têkoşînê xurttir bikin.

(eh)

ANHA