Hemleya paqijiyê li Qamişloyê bi beşdariya 4 yekitiyan didome

Hemleya paqijiyê ya TEV-DEM`ê li Qamişloyê dest pê kiriye, dewam dike. Îro jî Qada Şehîd Aras Xanîka ya li rojhilatê bajêr û heta benda kontrolê ya Iwêce hate paqijkirin.

Hemleya paqijiyê li Qamişloyê bi beşdariya 4 yekitiyan didome
13 nîsan, 2022   09:55
QAMIŞLO

Îro endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û yekitiyên sinifkar, çandinî, bazirganî û parêzeran yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî şêniyên herêmê, beşdarî hemleya paqijiyê bûn.

Beşdarên hemleyê li Qada Şehîd Aras Xanîka (Çerxerêya Iwêce) a li rojhilatê bajarê Qamişloyê kom bûn û ji wir dest bi paqijiyê kir.

/ar/uploads/files/2022/04/13/092208_dsc_0020.webp

Kolan û qadên sereke yên ji Qada Şehîd Aras Xanîka heta benda kontrolê ya Iwêce ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin paqijkirin.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di 28`ê Adara borî de bi dirûşma “Paqijiya bajêr paqiyiya civakê ye” hemleyeke giştî ya paqijiyê dabû destpêkirin. Hemle dê heta 28`ê Nîsanê dewam bike.

(cx)

ANHA