Kurd û Ereb dibêjin ‘Na ji lêkirina dîwar û îxanetê re’

Welatiyên Kurd û Ereb ên ku duh tev li xwepêşandana li ser sînorê Iraq-Sûriyê bûbûn, diyar kir ku siyaseta cudakirina parçeyên Kurdistanê bi lêkirina dîwaran dê têk biçe û bang li PDK`ê kir ku dev ji îxanetê berde.

Kurd û Ereb dibêjin ‘Na ji lêkirina dîwar û îxanetê re’
13 nîsan, 2022   10:15
HESEKÊ

Hikumeta Mistefa Kazimî bi hevkariya PDK`ê ji nîvê Adarê ve di navbera Şengal û Rojava de dîwar lê dike. Li ser vê yekê bi sedan gelê herêma Cizîrê duh li herêma di navbera Şengal û navçeya Holê de xwepêşandanek li dar xist û siyaseta parçekirinê şermezar kir.

Têkildarî armanca lêkirina dîwêr, xwepêşandêran diyar kir ku bi lêkirina dîwar dixwazin gelê herêmê ji hev qut bikin û siyaseta parçekirinê temam bikin da ku gelan tune bikin.

Welatiya bi navê Siltanê Ehmed a ji bajarê Hesekê lêkirina dîwar şermezar kir û got: "Armanc dike biratiya gelan qut bike. Tebaxa 2014`an dema çeteyên DAIŞ`ê êrişî Şengalê kir, hêzên PDK`ê û Iraqê reviyan. Gelo çima reviyan û kê herêm ji çeteyan û komkujiyan rizgar kir?"

Siltanê Ehmed der barê armanca lêkirina dîwar wiha axivî: "Lêkirina dîwar bi armanca pêkanîna parçekirinê ye, nexasim a Kurdistanê. Vê siyasetê jî bi destê hin aliyên kurdî pêk tîne, wekî malbata Barzanî. Lê di rastiyê tu kes nikare Kurdistanê parçe bike û li ser vê em bang li malbata Barzanî dikin ku dev ji xiyanetê û ajantiya dewleta Tirk berde."

Li aliyekî din jî rûpsiyekî eşîra Xewatinê ya navçeya Holê Mehmûd Sebah ku ew jî tev li meşê bûbû, got: "Gelê Iraqê û Sûriyê ji beriya salan ve yek gel in. Pêkhateya Ereb jî lêkirina vî dîwarî red dike."

Mehmûd Sebah ev pirs kir: “Gelo hikumeta Iraqê li ku derê bû dema Şengal bi zilm û zordariya çeteyên DAIŞ`ê re rû bi rû bû?

Welatiya ji Qamişloyê Şeha Xelîl jî têkildarî heman mijarê got: "Lêkirina dîwar berdewamkirina projeya parçekirina gel û hêsankirina têkbirina destkeftiyên vî gelî ye. Di heman demê de dixwazin bi vê siyasetê gel qir bikin, di serî de gelê Kurd. Kurdistan li ser destê dewletên mêtinger û xiyaneta hin Kurdan hate parçekirin. Heta niha jî dixwazin wê parçekirinê dewam bikin."

Şeha Xelîl diyar kir ku ew ê nekarin Kurdistanê parçe bikin, ji ber ku Kurdistan di fikir de yek e û nayê parçekirin.

(eh)

ANHA