​​​​​​​Li Iraqê li dijî DAIŞ`ê operasyona berfireh dest pê kir

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ragihand ku li Iraqê li dijî çeteyên DAIŞ`ê operasyoneke berfireh a ewlehiyê hatiye destpêkirin.

​​​​​​​Li Iraqê li dijî DAIŞ`ê operasyona berfireh dest pê kir
13 nîsan, 2022   10:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî tora Sumeriye, Şaneya Ragihandinê bi daxuyaniyekê got: “Bi çavdêriya Fermandariya Operasyonên Hevbeş ji bo kontrokirina geliyê Şayê û Azxeytûn ên parêzgeha Kerkûkê û herêmên li hemberî rêzeçiyayên Hemrîn, vê sibehê operasyona ‘Çakûçê Hesinî’ dest pê kir.”

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev operasyon ji bo şopandina çeteyên DAIŞ`ê û paqijkirina herêmê pêk tê û dê detayên zêdetir piştre werin parvekirin.

(cx)