Şêniyan bang li Gerînendetiya Zimhêrê kir ku çavdêriya xwe li ser sûkan zêde bike

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber pirsgirêka cudahiya buhayan û tevî qeydên ku bazirgan bi buhayên kel û pelan dilîzin, zehmetiyan dikişînin. Welatiyan jî bang li Gerîndetiya Zimhêrê kir ku çavdêriya xwe zêde bike.

Şêniyan bang li Gerînendetiya Zimhêrê kir ku çavdêriya xwe li ser sûkan zêde bike
12 nîsan, 2022   08:12
KOBANÊ

Buhabûna di sûkên cîhanê de bandor li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî kir. Di demên dawîn de li tevahî herêman ferq di buhayên kel û pelan de çêbû.

Welatiyên herêma Firatê got diyardeya cudahiya buhayan vedigere gelek sedeman.

/ar/uploads/files/2022/04/12/075207_mhmwd-mslm.webp

Welatiyê bi navê Mehmûd Mislim ku ji bajarê Kobanê ji ANHA`yê re wiha axivî: "Cudahiyeke mezin di buhayan de li herêmên me heye. Ev jî bandorê bi awayekî rasterast li rewşa jiyanî dike nexasim ku herêm di aloziyeke aborî de ji ber şerên navneteweyî, derbas dibe. baştirîn çareserî ji vê diyardeyê re ku gerîndeya zimhêrê çavdêriya xwe bi awayekî zêdetir li ser bazirgan û dikanên bazirganiyê zêde bike. Her wiha gerîndeya bazirganiyê dahatûkirina kelûpelan bi miqdarên hinarde bike û ne li ser beşan. Ji ber ev yek dê rê li pêşiya bazirganan bigre ku bi buhayan bilîze û keysbaz bike."

Gerîndetiya Zimhêrê ya Herêma Firatê got rola mezintir di şopandina buhayê kel û pelan de  dikeve ser milê welatiyan de, divê giliyên binpêkirinan bike da ku gerînendetî erka xwe bi temamî pêk bîne, mafê welatiyan vegerîne û kesên ku binpêkirinan dikin, ceza bike.

/ar/uploads/files/2022/04/12/075234_hyfydar-hsw.webp

Hevseroka Gerîndetiya Zimhêrê ya kantona Kobanê Hêvîdar Hiso têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: "Em bi rêya dewriyeyên taybet rojane sûkan dişopînin. Lê tişta ku dewriyeyên me asteng dike ku ew ji aliyê firoşkarên di sûkan de hatine naskirin. Ji ber vê yekê jî çareseriya yekane ku di xebatê çavdêriyê de bi awayekî temamî were kirin ku şênî hevkariya me bikin û ew jî bi rêya giliyên derbarê binpêkirinên di buhayan de ji aliyê firoşkaran ve têne kirin, bikin."

Hêvîdar Hiso di berdewama axaftina xwe de ev tişt got: "Bilindbûna buhayan ji çavkaniyan tê kirin. Ev yek ne pirsgirêkeke li herêmê me tenê ye. Ev ji ber aloziya cîhanî û kesidandina aborî li cîhanê ye nexasim ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin ambargoyê de ji aliyê hin dewletên herêmî ve, dijî."

Xwediyên dikanan jî got gelek çareserî ji kêmbûna buhayan re hene ji wan koordînasyona bi awayekî zêdetir di navbera gerîndetiyê de ji bo derfetê nede bazirganan ku madeyan ji derveyî sînorê Rêveberiya Xweser tînin keysbaz bike. Ji ber keysbazkirin sedema sereke a bilindbûna buhayan e.

/ar/uploads/files/2022/04/12/075138_mhmd-qasmlw.webp

Dikandar Mihemed Qasimlo jî ji ANHA`yê re ev tişt anî ziman: "Çareseriya yekane ji sînordarkirina diyardeya cudahiya buhayan di dikanan de, koordînasyona di navbera Gerîndetiya Bazirganiyê û Zimhêrê de ye, cezakirina kesên ku kel û pelan ji derveyî herêmên Rêveberiya Xweser tînin û keysbaz dikin."

(bx)

ANHA