​​​​​​​Siyasetmedaran banga avakirina komîteyeke şopandina sûcên li Efrînê kir

Siyasetmedar Cemal Reşîd diyar kir ku Ebdulhekîm Beşar û hevkarên wî bi rêya daxuyaniyan dixwazin dagirkeriya Tirk a li Efrînê û herêmên din rewa bikin, her wiha banga avakirina komîteyeke şopandina sûcên li Efrînê kir.

​​​​​​​Siyasetmedaran banga avakirina komîteyeke şopandina sûcên li Efrînê kir
12 nîsan, 2022   07:59
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Ebdulhekîm Beşar û hevkarên wî yên ENKS û Îtîlafa Sûriyê hewldanên rewakirina dagirkeriya Tirk a li Efrînê û veşartina sûcan didomînin.

Herî dawî cîgirê serokê Îtîlafa Sûriyê û yek ji rêvebirên ENKS’ê Ebdulhekîm Beşar bi daxuyaniyekê gotibû ku sûcên li Efrînê kiryarên kesane ne.

Ebdulhekîm Beşar bi rêya van daxuyaniyan hewl dide rûyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê spî bike.

Siyasetmedar Cemal Reşîd di vê derbarê de got şoreşa Sûriyê ji cewherê xwe derketiye, rêvebirên wê şoreşê bûne çeteyên dewleta Tirk û parastina berjewendiyên dewleta Tirk ên li Sûriyê, her wiha planên wan ên dagirkeriyê û vejandina serdema Osmanî pêk tînin.

Cemal Reşîd diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker bi armanca guhertina demografîk, pêkhateyên civaka Efrînê, dîrok û mîrateya mirovî li Efrînê dike hedef.

‘DIXWAZIN DAGIRKIRINA EFRÎNÊ REWA BIKIN’

Reşîd di dewama axaftina xwe de got: “Ebdulhekîm Beşdar dibêje li Efrînê sûc pêk nehatine, rewşa Efrînê aram e. Eger sûcek pêk hatibe jî ew ji aliyê kesekî ve pêk hatiye, ew jî tê cezakirin.”

Siyasetmedar Cemal Reşîd ev tişt anî ziman: “Ew dixwazin dagirkeriya Tirk li Efrînê rewa bikin, Tirkiyê wek dewleteke dagirker nabînin, lê ya rast, li Efrînê sûc û qirkirin pêk tên, rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî jî vê yekê piştrast dikin. Ebdulhekîm Beşar û hevkarên wî demkî ne, dema artêşa Tirk a dagirker bigihêje armanca xwe wê rola wan bi dawî bibe.”

Cemal Reşîd bang li rêxistinên mirovî û navneteweyî kir ku bi erkên xwe yên mirovî û zagonî rabin û komîteyeke şopandinê ava bikin, da ku sûcên li Efrînê belge bikin. Her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ceza bikin.

(şt)