Emîn Elîko ji PDK’ê dipirse: Heta kengî hûn ê îxanetê bikin

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Emîn Elîko got PDK ji bo parastina berjewendiyên xwe planên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd û HPG’ê pêk tîne.

Emîn Elîko ji PDK’ê dipirse: Heta kengî hûn ê îxanetê bikin
12 nîsan, 2022   08:35
HELEB-ARIF SILÊMAN

Ji sala 1983’an ve PDK alîgirî û tevkariya xwe bi artêşa Tirk a dagirker re li Başûrê Kurdistanê di êrişên li dijî PKK`ê de, berdewam dike.

Ji Adarê ve PDK hêzên xwe ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve sewq kirin da ku tevî dewleta Tirk a dagirker êrişan li dijî hêzên HPG’ê pêk bîne.

Têkildarî mijarê, endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PDK) Emîn Elîko ji ajansa me re axivî û got: "PDK’ê ji bo pêkanîna planên xwe alaveke dewleta Tirk e."

‛ÎXANETA PDK’Ê LI DIJÎ KURDAN BERDEWAM E’

Elîko wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dewleta Tirk bi PDK’ê re siyaseta qirkirinê li dijî gelê Kurd dimeşîne. Îro jî em dibînin çawa PDK di êrişên li dijî HPG’ê de destekê dide dewleta Tirk."

Der barê siyasetên PDK`ê yên ku nakevin xizmeta gelê Kurd de Elîko wiha got: "Ew siyaset xizmeta dewleta Tirk a faşîst dikin. Artêşa Tirk nikare bi tenê Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike, ji lewre destekê ji PDK’ê dixwaze ku herêmên gerîla lê ne, dagir bike."

‛HEBÛNA DAGIRKERIYÊ LI BAŞÛR LI SER GELÊ KURD XETER E’

Elîko pirsî ku heta kengî wê PDK siyaseta xwe ya îxaneta li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê û doza Kurd dewam bike û wiha domand: "Ji ber hebûna dagirkeriya Tirk Başûrê Kurdistanê di nav krîzê de ye."

Emîn Elîko bang li gelê Kurd kir ku li dijî siyasetên PDK’ê serî hilde û li hemberî dagirkeriya Tirk bisekine.

‛PKK GEL JI QIRKIRINÊ DIPARÊZE’

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Emîn Elîko destnîşan kir ku PKK di oxira azadî û demokrasiyê de têdikoşe û gelê Kurd ji qirkirin û komkujiyên dewleta Tirk diparêze.

 (fr)

ANHA