​​​​​​​Dera..lihevkirin tektîkeke şer û çareserî di rêveberiyeke nenavendî de ye

Li bajarê Dera yê ku di nava lihevkirinên hikumeta Şamê de ye, nakokiyên ewlehî û kuştina endamên hêzên hikumetê heye. Ev jî piştî zêdebûna leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê di salvegera 11`emîn a aloziya Sûriyê de hate kirin. Siyasetmedarê sûrî teqez kir ku ev lihevkirin dê aloziya Sûriyê bidawî neke û ew mîna tektîka şer e, çareserkirin di avakirina rêveberiyeke nenavendî û peymana civakî de ye ku mafên her kesî garantor bike.

​​​​​​​Dera..lihevkirin tektîkeke şer û çareserî di rêveberiyeke nenavendî de ye
25 adar, 2022   04:17
NAVENDA NÛÇEYAN – LÎLAV DÊWANÎ

Li bajarê Casim ê bakurê Derayê şerên dijwar di navbera hêzên hikumeta Şamê û çekdarên herêmî de rû da. Ew jî di salvegera 12`an a aloziya Sûriyê de hate kirin. Sedema wê jî ku dewriyeyeke ewlehî ya girêdayî hêzên hikumeta Şamê girt ser bajar, hin avahiyên ku sivîl di wan de dijîn dorpêç kir û bi vê yekê hewl da ku komeke çekdarên ku lihevkirinên ku ji aliyê hikumeta Şamê ve û bi sponseriya Rûsyayê di Îlona borî de hatine kirin red dikin, bigre.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ku di encama gulebarana bêserûber de ciwanek hate kuştin û 4 kes di nav de zarokek birîndar bûn û tevger bi awayekî giştî li bajar nemaye.

Piştî şer dijwar bû, sewqiyêtên leşkerî gihaşt derdora bajar. Hikumetê leşkerên xwe li pêşiya navenda Çandê ya bajar, navenda şaxê Ewlehiya Dewletê ya heyî kom kir. Her wiha sewqiyetên ku hikumetê beriya rojekê ji êrişê û derketina şer hemû li gumrika kevin, depo, stada beledî, herêmên ji Dera El-Beled û Meheta hatin bicihkirin. Ew jî bi bangên çalakvanan re hate kirin ku li Dera derkevin xwepêşandanan da ku salvgera 11`emîn a aloziya Sûriyê bi bîr bînin.

 ‘PEYMANÊN PIŞTÎ BINKETINÊ‘

Endamê damezrîner ê Kombûna Niştîmanî ya Sûriyê li Başûr Yasîn El-Belxî got li bajarê Casim piştî lihevkirinên ku hikumetê xwest bi rêya wan nêrîna xwe bi hêzê û tundiyê ferz bike gelek bûyeran rû da lê şêniyên bajar hin caran bi hişyarî li hember wan siyasetan sekinîn ji ber vê yekê jî hikumetê dest bi operasyona leşkerî kir û wiha axivî: "Li bajar ewlehî tune ye. Ew jî ji ber kuştin, dizî, belavbûna madeyên hişbir, revandin û gendeliyê ji aliyê berpirsên herêmê. Her wiha rewşa paşketî ya jiyanî. Ev pevçûn hemû di navbera şênî û hikumetê de ye. Wek ku çawa azadîxwaz dihatin kuştin li beramberî vê yekê jî kesên ku siyaseta rejîmê li herêmê di bin navê "Meclisa Herêmî" re derbas dikir weke tecurbeyeke ji şêniyên Derayê re û peymanên piştî binketinê bûn."

Yasîn El-Belxî wiha domand: "Ji ber vê yekê rejîmê dest bi operasyona leşkerî kir da ku nêrîna şêniyan nas bike. Lê bi hişyarî bersiva wê hate dayîn û sewqiyetên leşkerî û ziyanên mezin anî. Ji ber wê jî yekser dest bi agirbest û peymanên din di bin sponseriya Lîwaya 8`an de hate kirin ku ew jî ji aliyê Rûsyayê ve tê birêvebirin."

Piştî şerê ku rû da, rûspiyên bajarê Casim bi serbazên ji hêzên hikumeta Şamê û alavên wê yên ewlehiyê re li Firqeya 9`an civiyan. Her wiha hêzên ji Lîwa 8`an ya girêdayî Feyleqa 5`emîn ku destekê ji Hemîmîm û hêzên ji polîsên leşkerî yên rûsî digre tev li civînê bûn û dest bi peymanên nû kir.

Hikumet û polîsên leşkerî xwest ku 10 kesan ji şêniyên bajar radestî wan bikin û wan koçberî Bakurê Sûriyê bikin. Ev yek ji aliyê beşdaran ve hate redkirin. Fermandariya Feyleqa 5`emîn xirabbûna rewşan avêt ser milê komîteya navendî ya bajar ku heger şertên kesên beşdar pêk neyne.

Yasîn El-Belxî derbarê mijarê de wiha got: "Lihevkirin ne weke ku rejîm îdiya dike ku ew hewldanên vegera aramiyê ne. Lê belê ew di rastiyê de mirineke hêdî ji şêniyan re ye û ew jî bi rêya gef û xurtkirina bêaramiyê her wiha derxistina tevlîheviyan. Ev jî ji bo armancan ji azadiyê veguherîne mayîna jiyanê di nava daristanekê de."

HELWESTÊN TOLHILDANÊ

Piştî zêdebûna leşkerî ku hêzên hikumeta Şamê li bajarê Casim pêk anî, li bajarê Dera xwepêşandan hatin lidarxistin û banga serbestberdana girtiyan û binketina rejîmê hate kirin. Di endama operasyonên dûbare yên hêzên hikumeta Şamê de gelek endamên wê di êrişên cûda de hatin kuştin û birîndar bûn. Herî dawî jî kuştina serokê meclisa bajar a bajarê Senemîn ê gundewarên bakurê Derayê ku bi rêya guleyan ji aliyê kesên nenas ve li bajar hate kuştin.

Ev jî piştî heftiyekê ji kuştina serokê meclisa herêmî ya bajarê Casim ji aliyê kesên nenas ve pêk hat. Beriya wê jî endamê navenda îstixbaratên leşkerî ya girêdayî hikumeta Şamê bi guleyan ji aliyê kesên nenas ve li gundê Mehca yê bakurê Derayê hate hedefgirtin. Her wiha du teqînên li pey hev bi rêya mayînan li dijî du dewriyeyên cûda yên navenda ewlehiya siyasî ya girêdayî hikumeta Şamê li ser rêya navneteweyî Şam – Derayê hate kirin û di encama wê de birîndar çêbûn.

TEVLÎHEVÎ Û KUŞTIN

Tevî lihevkirinên ku hikumeta Şamê du caran li bajar pêk anî lê li bajarê Derayê car caran tevlîhevî û nakokî rû didin. Cara yekemîn lihevkirin di sala 2018`an de hate kirin û cara duyemîn di sala 2021`an de. Rêjeya hedefgirtinê bi awayekî zêde di destpêkê salê de zêde bûye. Hin ji wan li dijî endamên hêzên hikumetê û alavên ewlehiyê yên girêdayî wê ne û hin jî li dijî sivîl, çekdarên herêmî yên ber ku lihevkirin çêkirine, têne kirin.

Ji destpêka meha Çile ve (Piştî lihevkirinan) û li gorî belgeyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ku 101 caran hedefgirtin bi rêbazên cûda hatine kirin û di encama wê de 82 kes ji wan 42 sivîl, 30 leşkerên girêdayî hikumeta Şamê û hevkarên alavên ewlehiyê û endamên lihevkirinan, 5 çekdarên berê ku lihevkirin pêk anîne û tev li tu aliyên leşkerî piştê wê nebûne, çeteyekî ber ji DAIŞ`ê, 3 kesên nenas û endamek ji çekdarên alîgirên Rûsyayê, hatin kuştin.

BINDESTKIRINA GEL Û NELIHEVKIRIN

Yasîn El-Belxî destnîşan kir ku lihevkirin rojekê jî ne ji bo çareserkirina aloziyê ne lê belê mîna tektîkeke şer, veguhestina şer ji rewşekê ber bi rewşeke din ji bo rejîmê ye, lê ji bo mûxalefetê mîna ferzkirina rewşeke nû ku pêşniyaran diyar dike ew jî yan mirina di bin hovîtiya çeka rûsî, îranî yan jî topbarana di dema heyî heta demeke din de heta ku rewşeke din diyar bike ku karibin jinûve bişopînin.

Li gorî çavdêr û siyasetmedaran ku hikumeta Şamê bi îsrarkirina xwe ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê li gorî zihniyet û rêbazê xwe ku rewşa paşketî ya gelê Sûriyê keysbaz dike roleke neynî dilîze, ew jî ji bo berfirehkirina hebûna xwe û bikaranîna tedbîrên "lihevkirinê" ku tu pîvanên niştîmanî tê de tune ye. Li şûna ku dest bi diyalogê bi aliyên çalak di aloziya Sûriyê de bike de da ku aloziya ku derbasî sala 12`an bûye û di encama wê de bi deh hezeran girtî, bi milyonan koçber û nêzî 610 hezar kuştî, çêbûn.

Ji beriya çend salan ve Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li hikumeta Şamê dike ku li ser maseya diyalogê rûnê da ku çareseriyekê ji aloziyê re bibîne lê hikumeta Şamê tu daxuyanî ji bo qebûlkirina diyalogê nîşan nedaye.

El-Belxî wiha pê de çû: "Rejîm bi çareseriyeke yekane ve girêdayî ye ku wê nas dike û berdêla wê nas nake. Çareserî di pêkanîna rêbazê hêz an jî hêza mirina hêdî de ye. Ev jî hilweşandina hevgirtina civakî ya herêmê û kuştina aboriyê ye. Rewşeke wek ku gelek caran hate nîşandan yan mayîna wê yan jî mirina her kesî."

El-Belxî wiha anî ziman: "Ev siyaseta ku di nava çend salên şoreşê de û xwepêşandanên ku hatin lidarxistin lê rêbazekî veşarî û nerm bikar anî. Rewşa rejîmê ya îro mîna rewşa dagirkereke derve ji welat re ye. Tevî ku diyar dike ku serwerî ji rejîmê re ye, tê gotin ew girêdayî vî welatî ye û ev jî rastiyek e. Gelê Sûriyê dê dagirker heta dawiyê wî birêve nebin. Ji ber armanca azadiyê ji nifşekî ber bi nişekî din ve diçe heta îradeya wî pêk bîne."

RÊVEBERIYEKE NENAVENDÎ Û PEYMANEKE CIVAKÎ

Yasîn El-Belxî teqez kir ku çareseriya aloziya Sûriyê di avakirina rêveberiyeke nenavendî, dayîna mafê gel bi rêya lidarxistina hilbijartinên adil de ku gel kesê ku dixwaze herêma wî bi rê ve bibe li gorî derfet, jinûve avakirinê li ser esasên baş, dîtina peymaneke civakî ku hemû pêkhateyên gelê Sûriyê kom dike, pîvana dayîna komekê li ser hesabê mafên din, avakirina navbeynkariya berfireh û destûrek rast ku her kes ji aliyê her kesî ve tê rêzgirtin, were avakirin.

(bx)

ANHA