​​​​​​​Piştî hevdîtina bi rêber Ocalan re 3 zarokên wî tevlî PKK’ê bûn

Kesayeta welatparêz Mihemed Nebî Kotî diyar kir ku îrade û hêza gelê Kurd ê li Rojava berhema têkoşîn û fedekariya PKK’ê ye.

​​​​​​​Piştî hevdîtina bi rêber Ocalan re 3 zarokên wî tevlî PKK’ê bûn
24 adar, 2022   23:41
HESEKÊ- OLVA HAC MANSÛR

Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) di 27'ê Mijdara 1978'an de bi pêşengtiya rêber Abdullah Ocalan û komek xwendekar li Bakurê Kurdistanêhat damezrandin. Rêber Ocalan di destpêka salên 1980’î de derbasî Sûriyê bû, ev yek bû sedem ku fikrên rêbertî li Rojava belav bibe.

Belavbûna fikrên rêber Ocalan di nav gelê Kurd ê Rojava de bû sedem ku gelek ciwanên herêmê tevlî nav refên PKK'ê bibin û bi fikrê rêber Ocalan bandor bibin û şoreşa 19'ê Tîrmehê ji bo wan bû bingeheke serek e. Ji wan kesên bi fikrê rêber Ocalan bandor bûne, welatparêzê ji navçeya Dirbêsiyê ya Hesekê Mihemed Nebî Kotî ye.

Kadroyên PKK'ê di salên 1980’î de serdana mala Mihemed Nebî Kotî kirin, bi vî awayî Mihemed Nebî Kotî tevgera PKK'ê, prensîb û armancê wê nas dike. Kotî têkildarî wê wiha got: "Di destpêkê de ez li dijî fikrê PKK'ê bûm, lê piştî ku min zêdetir armancên tevgerê nas kir, ez têgihêştim ku tenê ev tevger ji bo berjewendiya gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê xebatê dimeşîne, wê demê girêdana min bi welat ve zêdetir bû û ji PKK'ê fêrî parastina welat bûm."

Kotî her wiha diyar kir ku wî yekemîn pirtûk bi navê "Berxwedan Jiyan e" ji hevalê xwe girt ku ew jî li ser îdoelojiya PKK’ê dimeşî.

Kotî wiha lê zêde kir: "Dema min pirtûk xwend, min zêdetir nas kir ku endamên tevgerê ji bo berxwedan û têkoşîneke çawa dixebitin û têgeha rast a jiyan û berxwedanê ew e ku di ruhê xwe de berxwedan û îradeyê biçînin heta gihaştina serkeftinê."

Kotî li ser ferq û cudahiya di navbera nêzîkatiya PKK'ê û partiyên din ên Kurdistanî de wiha got: "Ev partî li ser pîvan û prensîbên ku ji partiyên din ên Kurdistanî cudatir hatiye damazirandin, ku bi rêgeza exlaqê re mijûl dibe û hemû biryarên wê ji bo xizmeta gelê xwe dide. Ev tevger bi salane li çiyayên Kurdistanê ji bo rizgarî û yekitiya çar parçeyên Kurdistanê kar dike, berevajî partiyên din ku ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî û malbatî, ku xizmeta siyaseta dijminên gelê Kurd dikin."

' ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD WÊ BI PÊŞENGTIYA PKK'Ê PÊK WERE '

Kotî diyar kir ku tenê bi rêya PKK'ê wê pirsgirêka kurd çareser bibe, ji ber ku tenê ev hêz ji bo Kurdistanê şer dike û li seranserî cîhanê belav bûye û wiha dom kir: "Çareseriya pirsgirêka kurd wê bi pêşengtiya PKK'ê pêk were, ji ber ku bi hezaran şehîd dane û bi xwîna xwe axa Kurdistanê av dane."

Kotî piştrast kir ku PKK'ê bi saya fikir û felsefeya azad, parastina gelên bindest, azadiya jinê û pêkanîna wê di nav civakê de, di çend salan de ji aliyê hemû gelan ve hate qebûlkirin.

Tevî ku hêzên hikumeta Şamê çend caran Kotî girt, dîsa jî piştgiriya xwe ji PKK'ê re berneda. Kotî wiha dom kir: "Zêdetirî carekê saziyên ewlehiyê ez girtim û lêpirsîn kirin, dîsa jî li gorî nêzîkatiya PKK'ê nekarîn rêya min asteng bikin û her tim dirûşma Mazlûm Dogan "Berxwedan jiyan e" dihat bîra min."

Mihemed Nebî Kotî di sala 1995'an de bi rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kir û bandor li jiyana wî û malbata wî kir. Kotî der barê hevdîtinê de got: "Gotinên rêbertî hê jî di guhên min de mane. Rêbertî kesayetek mezin e, ji ber ku ji bo rizgarkirina gelan ji bindestî û mêtingeriyê tê dikoşe. Her tim ji me dixwest ku em têkoşînê bidomînin û daxwaza mafên xwe bikin, lewma ez li gorî fikir û felsefeya rêbertî dixebitim û tê dikoşim."

Piştî hevdîtina wî bi rêbertî re, 3 zarokên wî tevlî nava refên Hêzên Parastina Gel (HPG) bûn, ji nav wan şehîd Rexda Nebî Kotî (Viyan Dirbêsiyê) ku di 4'ê Nîsana 2013'an de dema êrişa çeteyên "Cebhet El-Nusra" ya li ser herêma Serêkanyê de şehîd bûbû.

Mihemed Nebî Kotî di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir ku têkoşîn û berxwedana xwe ya ku Mazlûm Dogan daye destpêkirin bidomînin û heta azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û rêhevalên xwe fikrê rêber Ocalan bişopînin, ji ber ku pirsgirêka Kurd û krîza li Rojhilata Navîn tenê bi azadiya rêber Ocalan çareser bibe.

(dx)

ANHA