​​​​​​​Ji ber şewata kampa Holê keçekê jiyana xwe ji dest da

Keçeke din ku di şewata heftiya borî de li kampa Holê rû da de jiyana xwe ji dest da. Beriya wê jî zarokekî jiyana xwe ji dest dabû.

​​​​​​​Ji ber şewata kampa Holê keçekê jiyana xwe ji dest da
24 adar, 2022   21:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Di hefteya borî de di beşa 4`emîn a kampa Holê de şewatekê rû da. Di encama wê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û 3 kesên ji heman malbatê birîndar bûn. Îro keçek (18) ku ji wan her sê birîndaran bû, ji ber birînên xwe yên giran jiyana xwe ji dest da.

Kampa Holê ji xetertiîn kampên li cîhanê ye ji ber malbatên çeteyên DAIŞ`ê tê de hatine bicihkirin.

Li gorî daneyên dawî ku ajansa me ji rêveberiya kampê di Çileya borî de bidest xist ku 57 hezar û 460 kes piraniya wan jin û zarok in, ji 15 hezar û 603 malbatan in. her wiha iraqî, sûrî, jin û zarokên çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî ku 8 hezar û 555 kes di nava 2 hezar û 529 malbatên ji 54 dewletan e, di kampê de dijîn.

(bx)

ANHA