ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-03-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-03-2022
24 adar, 2022   23:00

-Komîteya Koçberên Serêkaniyê civîneke çapemêeniyê li ser sûcên dewleta Tirk ên li Serêkaniyê û herêmên din ên dagirkirî li dar dixe û daxuyaniyekê li Waşûkanî dide. Saet 13:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê salvegera 20’an a helbestvanê Kurd Seydayê Tîrêj li Parka Xwendin ya Hesekê bi bîr tîne. Saet 17:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Navenda Piştgirî û Alîkariya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekemîn konferansa xwe li dar xist. Endamê desteya rêveber a navendê Serdar Saadî diyar kir ku konferans serkeftî bûye û got gelek beşdarên biyanî jî xwest alîkariyê ji zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re pêşkêş bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Li bajarê Dera yê ku di nava lihevkirinên hikumeta Şamê de ye, nakokiyên ewlehî û kuştina endamên hêzên hikumetê heye. Ev jî piştî zêdebûna leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê di salvegera 11`emîn a aloziya Sûriyê de hate kirin. Siyasetmedarê sûrî teqez kir ku ev lihevkirin dê aloziya Sûriyê bidawî neke û ew mîna tektîka şer e, çareserkirin di avakirina rêveberiyeke nenavendî û peymana civakî de ye ku mafên her kesî garantor bike. (BI WÊNE)

- Endamên PYD’ê da zanîn ku bêyê xweparastin û parastina xakê tu hebûna jiyanê tune ye, her wiha teqez kirk u xweparastin dijmin têk dibe û planên helandina hebûn û pêngavên qirkirinê bi bin dixe, serkeftin û azadiyê pêk tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Kesayeta welatparêz Mihemed Nebî Kotî diyar kir ku îrade û hêza gelê Kurd ê li Rojava berhema têkoşîn û fedekariya PKK’ê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Herêma Cizîrê ji ber zêdebûna erebeyan li herêmê, li 18 cihan amadehiya danîna lembeyên trafîkê dike. Her wiha gelek kolanên girtî yên Qamişloyê hatin vekirin. . (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

- Şepêla El-Sedrî pişta xwe dide parlamenterên serbixwe da ku bidestxistina hejmarê di civîna hilbijartina serokkomarê de ku dê şemiyê li dar keve wergire. Digel wê jî gefên li ser têkbirina civînê de hene ku li hev nekin. Têkildarî wê lêkolînerê Iraqê Nebîl Cebar El-Elî da zanîn ku bidestxistina wê hejmarê "zehmet " e û îhtîmal e berê xwe bidin lihevkirinên mezin di navbera hêzên Şîe de ku hikumeteke lihevkirinê ava bikin. (BI WÊNE)

Piştî ku korîdorên Wezareta Karên Hundirîn bi namzetên ku heta kêliyên dawî di bin dirûşma "guhertin û hêvî" de ji bo serlêdanan herikîn, deriyê namzetiyê ji bo hilbijartinên parlamentoya Lubnanê hat girtin. Ji 15'ê Gulanê ve dest pê hatibû kirin û ku dê piştre xebata avakirina lîsteyan û hevbendiyên partiyan dest pê bikira. (BI WÊNE)

JIN

-Endamên Kongra Star li Kobanê bang li tevahiya gelê Kurdistanê kir ku li dijî kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rêber Abdullah Ocalan, dakevin qadan û asta têkoşîna xwe xurttir bikin, da ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan mîsoger bibe.

ANHA