​​​​​​​Endamên Kongra Star: Heta azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan mîsoger nebe em jî azad nabin

Endamên Kongra Star ên ji Kobanê bang li tevahiya gelê Kurdistanê kir ku li dijî kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rêber Abdullah Ocalan dakevin qadan û têkoşîna xwe xurttir bikin.

​​​​​​​Endamên Kongra Star: Heta azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan mîsoger nebe em jî azad nabin
25 adar, 2022   06:08
KOBANÊ

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîn jî bi armanca azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan çalakiyan li dar dixe.

Endama Kongra Star li Kobanê Emîne Mistefa banga rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan kir û wiha axivî: "Berê jinan dîroka xwe nas nedikir, heta asta hêz û enerjiya xwe jî nizanîbû, vê jî bandoreke neyînî li rêbaza jiyana wan kir û bû sedem ku civaka baviksalar wan bi kar bîne."

Têkildarî guhartin û veguhartina rewşa jinan, Emîne Mistefa wiha axivî: "Rêber Abdullah Ocalan kesayeta jinan analîz kir û cewherê wê kişf kir, her wiha jiyana azad diyarî wan kir. Bi saya Rêbertî jin îro cihê xwe di qadên siyasî û civakî de digirin."

Emîne Mistefa bi domdarî got: "Ger em li guhartin û veguhartinên bi saya fikir û felsefeya rêber Ocalan jinan bi dest xistiye binêrin, em ê bibînin ku jin beriya vî fikrî nas bikin, xwedî dîrokeke reş bûn. Lewma tecrîda li ser rêber Ocalan di heman demê de tecrîda li ser me ye jî. Di encama de ji erka me ye ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan em tê bikoşin. Êdî azadiya me bi hebûna Rêbertî ya di nav me de temam dibe û derveyî vê yekê em qebûl nakin."

Endama Kongra Star Edle Bekir jî wiha axivî: "Ger ji min bipirsin, tu wekî jinekê Rêbertî ji bo tê çi wateyê? Ez ê bibêjim ji bo min jiyan e, wî jiyana min serûbinî hev kir û hişt ez hîs bikim ku ez heme, ji ber ku berî niha bi salan nasnameya min hatibû çewisandin."

Edle Bekir diyar kir ku îro jinan isbata hebûna xwe kir û gelek caran cengan bi rê ve dibin, ev hemû jî bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan e.

Edle Bekir û got: "Rêber Abdullah Ocalan ji bo jinan tê dikoşe, lewma divê em îro deynê Rêbertî bidin. Bersiva herî baş jî belavkirina fikir û felsefeya Rêbertî ye da ku cîhan tev de nas bike."

Edle Bekir bang li her çar parçeyên Kurdistanê, nexasim jinan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan dakevin qadan.

(eh)