​​​​​​​‛Şandina ciwanên sûrî ji bo şerê li Ukraynayê gefan li ewlehiya cîhanê dixwe’

Serokê Partiya Sûriyê Ewelen Selman Şebîb da zanîn ku lihevkirineke navneteweyî heye ku şandina ciwanên ji Sûriyê ji bo şerê li Lîbya û Ermenistanê hêsan bike û ciwanên sûrî bişînin "şewatgeha Ukrayna" ya dirêj û vekir. Her wiha diyar kir ku şerek li dijî sûriyan tê kirin ku wêran bike û wan gelê wê bi rûyekî reş û nedurist were nîşan bide.

​​​​​​​‛Şandina ciwanên sûrî ji bo şerê li Ukraynayê gefan li ewlehiya cîhanê dixwe’
18 adar, 2022   04:46
KOBANÊ-ZANA SEYDÎ

Serokê Partiya Sûriya Ewelen Selman Şebîb ji ajansa me re behsa bandorên şandina ciwanên ji Sûriyê ji bo şerên derveyî sînor kir

Dezgehên çapemeniyê li ser zimanê çavkaniyên ji herêmên dewleta Tirk dagir kirine, ragihand ku ji her çeteyekî re ku li Ukrayna şer bike, 3 hezar dolar bi demê 6 mehan hatiye pêşkêşkirin

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelensky hefteya borî ragihand ku 16 hezar biyaniyên dilxwaz ji bo Ukrayna amade ne. Lê nehat eşkerekirin ku sûrî jî di nav wan de hene yan na.

Li aliyekî din hate ragihandin ku Rûsya amadekariyên biçekirina sûriyên pispor di şerê kolanan de dikin. Li gorî rapora rojnameya Şerq El-Ewset, hejmara wan 23 hezar e. Dê ew kes beşdarî şerê li Ukrayna bibin.

SEDEMÊN KU DIHÊLIN CIWANÊN SÛRÎ TEV LI ŞERÊN LI DERVE BIBIN ÇI NE?

Der barê sedemên ku dihêlin ciwanên sûrî tev li şerên li derveyî Sûriyê bibin de, Selman Şebîb wiha got: "Mixabin, ciwanên sûrî bi taybet ên li herêmên ku ji aliyê Tirk û komên terorîst ve hatine dagirkirin bûn rehîn di destên rêxistin û komên ku MÎT’a Tirk bi rê ve dibin de û xizmetî proje û berjewendiyên dewleta Tirk li Sûriyê û herêmê dikin."

Şebîb wiha domand: "Rewşên aborî yên ku zextê li sûriyan dikin, tundiya ku raporên rêxistinên navneteweyî bi rûyekî tirsnak li herêmên cuda pêşkêş dikin, wêraniy mezin di binesaziya berhemdayînê bi hemû beşên wê, bêhêvî, tunebûna derfetên kar û xetimandina asoyan li pêşberî ciwanan, tunebûna çareseriyan ji pirsgirêkên wan re, ev hemû dihêlin hin ciwanên sûrî bibin armancên hêsan li pêş teşwîqên ji wan re tên dayîn û bibin tiving û di şerên li dijî kesên din de bi kar bînin, xizmetî berjewendî û dozên dûrî armancên Sûriyê û gelê Sûriyê bikin."

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), dewleta Tirk di 2019’an û 2021’an de 13 hezar çeteyên sûrî yên ji komên Hemzat û Sultan Silêman Şah ên ji herêmên dagirkirî du rêya xaka xwe şandin Lîbyayê ku li gel hikumeta Wîfaqê li dijî artêşa neteweyî ya Lîbyayê şer bikin.

SOHR, demek berê ragihandinbû ku hejmara çeteyên sûrî yên ku desteka xw ji Tirkiyê digirin ku di sala 2020'î de ji bo herêma Qerebaxê hatibûn şandin da ku li dijî Ermenistanê şer bikin, du hezar derbas bikin û kuştin 231 çeteyî di wan re de hate belgekirin.

‛LIHEVKIRINEKE NAVNETEWEY JI BO HÊSANKIRINA BIÇEKIRINA SÛRIYAN LI DEWLETÊN DERVE HEYE’

Der heqê pirsa heke dewleta Tirk a dagirker bi tena xwe plan dike ku sûriyan li derve bi çek bike de Şebîb wiha bersiv da: "Bi rastî, gelek alî hene di vê yekê de dixebitin, her wiha bêdengiya navneteweyî ya li hember biçekirina sûriyan li Lîbya, Ermenistanê û neşermezarkirina wê yekê û planên eşkere yên tevlêkirina ciwanên sûrî di şerê li Ukrayna yê dirêj û vekirî de û careke din rûbirûbûna sûriyan, ev hemû nîşan didin ku lihevkirineke navneteweyî ji bo hêsankirina wê yekê heye. Ev yek karekî dijminatî ye ku ciwanên sûrî hedef digire da ku wan di şerên berfirehkirinê yên dijminane de bi kar bînin. Divê li hember wê yekê were sekinandin, her wiha divê hemû sûrî, hêzên wan ên siyasî û civakî li hember wê yekê bisekinin û qedexe bikin."

Li gorî raporan, çeteyên sûrî yên beşdarî şerên li Lîbya yan jî Qerebaxê bûne rastî kiryarên xepandin û dizînê hatin û tu pereyên zêde wernegirtin.

‛EV KIRYAR PARÇEBÛNA NETEWEYÎ ZÊDE DIKE Û ENERJIYÊN WAN BADILHEW DIKE’

Selman Şebîb destnîşan kir ku ev kiryar xeteriyên mezin li ser rewşa Sûriyê ya niha û pêşerojê çêdikin û got: "Ji ber ku parçebûna niştimanî zêde dike. Ew jî dema ciwanên sûrî li hember hev û du disekinin enerjiyên welat û ciwanên wê di şerên din de badilhew dibin."

Şehîb wiha domand: "Bi hezaran ciwanên dikin amûrên kuştin û şeran, ji bilî şer û kuştin tu kar an jî pîşeyên din nikarin bikin. Di encamê de ew ciwan wê bimîn mîna mayînan ku gefan gefan li ewlehiya welat dixwin û gefan li ewlehiya cîhanê û aştiya wê dixwin. Dewleta Tirk û hin dewletên din demeke berê ciwanên sûrî tev li şerên li Lîbya û Ermenistanê kirine. Hin agahî hene ku dewleta Tirk û aliyên din dixebitin ku ciwanên sûrî ji nû ve tev li şerekî din bikin ku dikeve xizmetî berjewendî û projeyên wan ên berfirehkirin. Divê helwesteke neteweyî ya sûrî hebe ku li dijberî van projeyan bisekine, xeterî û encamên wê yên wêranker eşkere bike."

HELWESTA PARTIYA SÛRIYA EWELEN JI BIÇEKIRINA SÛRIYAN LI DERVE ÇI YE?

Têkildarî helwesta Partiya Sûriya Ewelen ji biçekirina ciwanên Sûriyê di şerên li derve de Şebîb ev tişt got: "Em bi tundî vê yekê red dikin û ji hemû aliyan dixwazin ku sûriyan dûrî vî şerî û yên ji bilî wê bikin. Em bang li civata navneteweyî dikin ku vê kiryarê şermezar bike. Naba ji hewcedariya sûriyan û rewşên wan ên aborî yên dijwar sûdê bigirin û wan bikin çete û li eniyan û şerên dûrî wan û nakevin xizmetî wan bi kar bînin. Berovajî wê yekê zirareke mezin digihînin wan, rewşa niha û pêşeroja wan, her wiha kîn û parçebûnan zêde dike. Em bang li hemû sûriyan dikin ku tev li şerên dûrî berjewendiyên wan nebin. Ji ber jiyan û xwîna wan ji teşwîqên ji wan re tên dayîn bihatir e. Pêdiviya welat niha û pêşerojê bi wan heye."

BANDORÎ...

Têkildarî bandorên beşdarkirina ciwanên Sûriyê ji bo şer û bikaranîna wan wekî çete, Selman Şebîb ev tişt anî ziman: "Sûriyên li tevahî dewletên cîhanê modeleke baş ji mirovê kedkar û cuda ji bijîşk, endezyar, pîşesazker û afrîner pêşkêş dikin. Ciwanên sûrî ji zêdetirî sedsalekê ve li herêmê pêşeng û nimûneyên îlhamker bû."

Şebîb wiha dawî li gotina xwe anî: "Ev kiryar têne kirin ku sûrî weke kujerê kirêkirî were nîşandan ku xwe bifiroşe her kesê pere zêde bide, li dijî nirx û exlaqê me ye û li dijî modela sûrî ya cîhan wê nas dike ku avakerê şaristaniyê ye, bi aştî, avakirin û mafê jiyanê bawer dike. Di encamê de ev yek rûyê mirovê sûrî ku li tevahî cîhanê belav bûye reş û nebaş dike. Dê teqez ji ber wê zirarên mezin çêbibin. Ez texmîn dikin ku ev şer cureyeke din ku li dijî mirovî sûrî tê kirin, da ku wî wêran bike, rûyeke nebaş û nerasteqîn nîşan bide, her wiha da ku cîhanê ji sûriyan nefret bike û rewşeke dijminahiyê di navbera sûriyan û yên dîtir de biafirîne."

(fr)

ANHA