ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-03-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-03-2022
18 adar, 2022   00:00

-Şêniyên herêma Koçerat a Dêrikê şahiyê Newrozê li navena Pargîn a li gundê Besta Sûsê li dar dixin, saet 15:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya salvegera 4'emîn a dagirkirina Efrînê Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyekê dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li Hesekê û Dirbêsiyê pîrozbahiyên Newrozê berdewam dikin, saet 15:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 4 salên dagirkirinê de kantona Efrîn veguherand navenda sûcên li dijî mirovahiyê, zêdetirî 8 hezar 280 welatî revandin û zêdetirî 720 kes di nav de 85 jin qetil kirin. Her wiha 64 cihên dîrokî û 30 mezarên olî wêran kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şehîd Îsa Derwîş di parastina welatê xwe de xwe nespart tu kesî û digot: "Şêniyên herêmê bi tenê dikarin parastina wê bikin, ji ber ku ger mirov parastina welatê xwe neke, dê tu kes neke." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Serokê Partiya Sûriyê Ewelen Selman Şebîb da zanîn ku lihevkirineke navneteweyî heye ku şandina ciwanên sûrî ji bo şerê li Lîbya û Ermenistanê hêsan bike û ciwanên sûrî bişînin "şewatgeha Ukrayna" ya dirêj û vekir. Her wiha diyar kir ku şerek li dijî sûriyan pêk tê ku wêran bike û wan bi rûyekî reş û nedurist pêşkêş bikin, (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

-Rewşenbîr û siyasetmendaran gotin, hiştina PKK'ê di "lîstya terorê" de, binpêkirineke ji aliyê civata navneteweyî li dijî bi deh milyonên kesên ku bi fikirê partiyê û doza wê ya adil bawer in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Hêzên siyasî yên iraqê hewl didin hevbendiyan ava bikin û nakokiyên xwe çareser bikin da ku girêka hilbijartinên serokkomariyê çareser bikin ku rê li ber hilbijartinên hikumetê were vekirin. Şîrovekarekî siyasî diyar dike ku nakokiyên di navbera mala kurdî û mala şîayê de li pêşiya çareseriya siyasî dibin asteng. (BI WÊNE).

- Piştî hevdîtina dawî ya serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan û serokê Îsraîlê li Enqereyê bi armanca geşkirina têkiliyan bi Îsraîlê re, filistîniyan tinazê xwe bi xîtaba Erdogan  a li hember doza Filistînê kir. (BI WÊNE).

ANHA