Mezlûm Ebdî: Bidawîkirina dagirkeriyê doz û berpirsyariya me ne

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî got, 4 sal di ser dagirkirinê re derbas bûn û qirkirinê li bajarê zeytûnan Efrînê dewam dike, her wiha got: "Bidawîkirina dagirkeriyê, vegera ewle ya şêniyan li xaka xwe û malên xwe doz û berpirsyariya me ne."

Mezlûm Ebdî: Bidawîkirina dagirkeriyê doz û berpirsyariya me ne
17 adar, 2022   20:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî salvegera 4'emîn a dagirkirina Efrînê, Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî daxuyaniyek li ser twîttera xwe parve kir.

Mezlûm Ebdî got: "Desteya Neteweyên Yekbûyî û civata navneteweyî hîna berpirsyariyên xwe li hember şêniyên Efrînê paşguh dikin. 4 sal di ser dagirkirinê re derbas bûn, qirkirin li bajarê zeytûnan Efrîn dewam dike."

Ebdî her wiha got: "Bidawîkirina dagirkeriyê û vegera ewle ya şêniyan li xaka xwe û malên xwe doz û berpirsyariya me ne, her wiha doza hemû kesên bi mirovahiyê bawer in."

ANHA