Têkiliyên Îsraîl û Tirkiyê û bandora wan a li ser Hemasê

Piştî hevdîtina dawîn a serokkomarê Tirk Recep Teyyîp Erdogan û serokê Îsraîlê li Enqereyê ya ji bo armanca geşkirina têkiliyan bi Îsraîlê re, filistînî tinazên xwe bi xîtaba Erdogan li hember doza Filistînê kir.

Têkiliyên Îsraîl û Tirkiyê û bandora wan a li ser Hemasê
18 adar, 2022   07:53
XEZA-OMER MÛSA

Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan û serokê Îsraîlê Isaac Herzog ji bo geşkirina têkiliyên dualî, li hev civiyan. Ji wê jî wêneyek hat belavkirin ku tê de Erdogan û serokên Ereban hene û filistîniyan henekên xwe pê kir. Li ser wêne jî "Quds li benda mêran e" hate nivîsandin û li Çerxerêya Seraya ya li Xezayê demeke berê hatibû daliqandin. Ew çerxerê jî li Xezayê navdar e. Peyamên propandayê jî ji hêla daîreya ragihandinê ya tevgera Hemasê ve tên birêvebirin.

Lê wêne bi armanca pêkenînê hate weşandin, lê jinûveweşandina wê, weke ku tevgera Hemasê pişta xwe dide serokkomarê Tirk Erdogan. Her wiha bibîrxistina xîtabeke xapandinê ku Erdogan li dijî doza Filistînê wek belgeya derbaskirinê li nava gelên Ereb û îslamê bi kar tîne.

Girêdayî mijarê, ciwanên bi navê Nail Ebû Rebî wiha got: "Xîtaba serokkomarê Tirk bi coş bû, lê xapandinek e. Her wiha ruxmî bilindkirina dengê xwe li dijî Îsraîlê, lê têkiliyên rasteqîn pê re pêk tîne. Ev hevdîtin ji bo min ne surprîzek bû. Lê ji bo alîgirên Hemasê ku Erdogan xelîfeyê misilmanan dibîne, surprîzek bû."

Ebû Rebî wiha domand: "Divê em li Xezayê binêrin û nas bikin çawa xîtaba Erdogan bandor li me kir. Êdî gelek kes navên dikanên xwe navên tirkî lê dikin. Bazirganan sûk tijî kel û pelên tirkî kirine. Xeza veguherî sûkeke tirkî, bê guman mijar ne tenê girêdayî bazirganan e. Ji ber ku hikumetek heye û aliyê wê yê siyasî li Xezayê vê kiryarê hêsan dike. Lê gelo rewşa wan niha çawa ye? Ma ev yek li ser hesabê doza me pêk hat? Di demekê de sûkên me dibin sûkên tirkî, Erdogan têkiliyên xwe yên leşkerî, ewlehî û siyasî bi dagirkeriyê re xurt dike. Ev yek çawa sûdê li me dike? Ev xapandin e."

Hemû parvekirin li ser medyaya civakî ji "alîgirên Erdogan ên filistînî" bûn. Li vir xuya dibe ku aliyên filistînî yên destekê didin Erdogan, piraniya wê ji tevgera Hemasê ne. Dewleta Tirk jî hevbendiyeke stratejîk a tevgerê ye. Gelek serekên Hemasê li xaka Tirkiyê ne, diçin û tên.

Di demekê de ku dan û standina serokkomarê Tirk bi tevgera Hemasê re wek belgeyekê di çarçoveya têkiliyên bi Îsraîlê re ye, tevgera Hemasê "spasiya helwestên Erdogan ên çapemeniyê li hember doza Filistînê" kir. Di daxuyaniya tevgerê de ev yek balkêş bû. Çalakgeran li ser daxuyaniyê parve kir ku helwesta wê li hember hevdîtina serokkomarê Tirkiyê û Îsraîlê "nerm" bû. Di daxuyaniyê de Erdogan nehat bibîrxistin, lê belê bang kir ku derfetê nedin "rejîma siyonîst".

Ciwanên bi navê Nayêf El-Daor wiha got: "Tevgera Hemasê propagandayeke mezin ji dewleta Tirk û Erdogan re li xaka Filistînê çêkir. Lê dema her du serok li hev kom bûn, bê deng ma. Ji ber ku têkiliyên di navbera dagirkerî û Tirkiyê de xurt in. Gelo çawa Hemasê berjewendiya xwe di ser berjewendiya dozê re girt."

‛DIBE KU EV NÊZBÛN BANDOREKE NEYÎNÎ LI HEMASÊ BIKE’

Li gorî çavdêran, ne dûr e ku geşkirina têkiliyên Tirkî-Îsraîlê bandoreke neyênî li têkiliya di navbera Enqere û Hemasê de bikin. Her wiha raporên Îsraîlê yên dawî destnîşan dikin ku nêzbûn li gorî hin şert û mercên Îsraîlê li dar ket û jê; divê çalakî û hebûna tevgera Hemasê li Tirkiyê werin qelskirin.

Li gorî raporan, tê texmînkirin ku dewleta Tirk têkildarî mijarê garantî dan Îsraîlê. Lê Erdogan ew serdan bi "dîrokî" wesif kir û wiha got: "Dê bibe xala veguherandina têkiliyên her du welatan û aştiya li herêmê." Lê twittervanan ew hevdîtin bi "derbeya li rûyê piştevanên xelîfetê" wesif kir. Ew jî îşaretê bi hîma gelêrî ya ku destekê dide Erodgan û perspektîfên wî.

Ji dema şerê Îsraîlê li ser Xezayê di dawiya 2008’an de têkiliyên di navbera dewleta Tirk û Îsraîlê de ji aliyê çapemeniyê ve bi nakok in. Piştîre asta xîtabê, pey kuştina 9 tirkên di êrişa Îsraîlê de li ser keştiya Marmara ku alîkarî ji bo Xezayê di 2010’an de bar kiribûn, zêde bû. Lê di vê dawiyê de, dewleta Tirk careke din xwe nêzî Îsraîlê kir. Hevdîtina dawî jî gaveke rastîn di vê çarçoveyê de ye. Ji ber Îsraîl nûnertiya belgeya derbaskirinê li Tirkiyê, ji bo Washington û Ewropa ye.  

(fr)

ANHA