Kongraya Yekitiya Endezyaran bi dawî bû

Xebatên Kongraya damezrîner a yekemîn a Yekitiya Endezyaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi diruşma "Ber bi endazyariyeke ku jîngehê diparêze û civakê pêş dixe" bi dawî bûn. Di kongrayê de li ser rêziknameyê hate erêkirin, hevserok hat hilbijartin û encamname hate dayîn.

Kongraya Yekitiya Endezyaran bi dawî bû
Kongraya Yekitiya Endezyaran bi dawî bû
Kongraya Yekitiya Endezyaran bi dawî bû
Kongraya Yekitiya Endezyaran bi dawî bû
Kongraya Yekitiya Endezyaran bi dawî bû
Kongraya Yekitiya Endezyaran bi dawî bû
Kongraya Yekitiya Endezyaran bi dawî bû
Kongraya Yekitiya Endezyaran bi dawî bû
Kongraya Yekitiya Endezyaran bi dawî bû
15 adar, 2022   16:56
HESEKÊ-MEHMÛD UBÊD

Bi armanca rêxistinkirina xebatên odeyên yekitiyên endezyarên herêmên Rêveberiya Xweser û bi diruşma "Ber bi endazyariyeke ku jîngehê diparêze û civakê pêş dixe" ve Kongra Damezrîner a Yekemîn a Yekitiya Endezyarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate lidarxistin. Kongra li hola Serdem a Çandê ya Hesekê bi beşdariya endamên odeyên endazyaran a Rêveberiya Xweser ên Reqa, Tebqa, Kobanê, Minbicê, Cizîrê ku nêzî 90 deleqeyan e, amade bûn.

Her wiha gelek aliyên têkildarî endezyariyê yên di saziyên Rêveberiya Xweser de hatin vexwendin, mîna Desteya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Desteya Şaredariyan a herêma Cizîrê, kantonên Hesekê û Qamişlo, Meclisa Malbatên Şehîdan û Desteya Aboriyê.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, berpirsê Nivîsgeha Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya Hesekê Ferhan Dawûd bi xêrhatina hemû endamên odeyên endezyar, saziyên Rêveberiya Xweser û mêvanan kir.

Dûvre Hevserokê TEV-DEM’ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xerîb Hiso rewşa siyasî û aborî ku cîhanê tê re derbas dibe û bandorên wan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şîrove kirin.

Hiso bi rasthatina salvegera 11’an a destpêkirina şoreşa Sûriyê wiha got: "Hikumeta Şamê berpirsê hilweşandina rewşa mirovî li Sûriyê ye. Ew jî ji ber zihniyeta desthilatî, zulm û zordariya li ser gel e. Her wiha hevgirtina hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişt ku herêm bi ewle û aştî bijî."

Dûvre rapora salane ya odeyên endezyarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat xwendin û tê de pêşniyarên hemû endaman hatin pêşkêşkirin û nîqaşkirin û piştre li ser reşnivîsa rêziknameya Yekitiya Endezyaran hat erêkirin.

Piştre hevserokatiya Yekitiya Endezyaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îbrahîm Şêxmûs û Esma Ehmed Xemaş hatin hilbijartin.

Her wiha Yekitiya Endezyaran daxuyaniyek da û ji hêla endezyar Îbrahîm Şêxmûs ve hate xwendin û wiha tê de hate gotin: "Kongraya me ya damezrîner a Yekitiya Odeyên Endezyaran a Bakur û Rojhilatê bi diruşma "Ber bi endazyariyeke ku jîngehê diparêze û civakê pêş dixe" hate lidarxistin. Tê de bi awayekî demokratîk deng li ser rêziknameyê hate dayîn û hevserokatî hate hilbijartin. Em endezyar me civaka xwe û binesazî digel rewşên dijwar ên li Sûriyê û herêmên Rêveberiya Xwerser bi pêş xist. Em soz didin ku em bi şehîdên xwe re wefedar bin û destekê bidin avakirinê û pêşxistinê digel rewşên dijwar ên di ser herêmên me re derbas dibin re. Ji me tê xwestin ku kedeke zêde bidin û tev li saziyên Rêveberiya Xweser bibin û parastina destkeftiyan bikin, rêya avakirinê berdewam bikin û ber bi Sûriyeke pirrenî û demokratîk ve biçin."

(fr)

ANHA