Şêniyên Hesekê agirê Newrozê dadan

PYD'ê bi boneya Cejna Newrozê şahiyek li Hesekê li dar xist.

Şêniyên Hesekê agirê Newrozê dadan
Şêniyên Hesekê agirê Newrozê dadan
Şêniyên Hesekê agirê Newrozê dadan
Şêniyên Hesekê agirê Newrozê dadan
15 adar, 2022   16:48
HESEKÊ

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi beşdarbûna bi dehan şêniyan pîrozbahiya Newrozê bi diruşma "Newroz azadiya rêber APO ye" li parka Xabûr li dar xist.

Park bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan, alên PYD, QSD û pankartên bi nivîsên "Newroza 22'yan pîroz be", "Îsal sala serkeftinê ye", "Werin cenga azadiyê" û "Azadiya rêber Ocalan azadiya gelên bindest e" hate xemilandin.

/ar/uploads/files/2022/03/15/155554_abd-alghny-awsw-28small29.webp

Di şahiyê de endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Ebdulxenî Oso axivî û diyar kir ku Newroz ne tenê cejna Kurdan e, lê cejna tevahî gelan e û got: " Ji kevn ve û heta niha gelên herêmê li hemberî zilm û destpotiyê şer kirin, ji ber vê yekê Newroz dest pê kir. Em hemû destana Kawayê Hesinkar dizanin çawa ku hêza Dehaq û pergelên desthilatdar şikand."

Oso anî ziman ku Newroza îsal ji bo rêber Ocalan e û got: "Em ê têkoşînê dewam bikin heta ku azadiya rêbertî misoger bikin."

Piştî axaftina Ebdulxenî Oso,  stran hatin gotin û ji aliyê beşdaran ve govend hat gerandin.

ANHA