Li Dirbêsiyê jî dayikên şehîdan agirê Newrozê vêxistin

Li navçeya Dirbêsiyê jî ji aliyê dayikên şehîdan ve meşleya yekemîn a Newroza îsal hat vêxistin.

Li Dirbêsiyê jî dayikên şehîdan agirê Newrozê vêxistin
Li Dirbêsiyê jî dayikên şehîdan agirê Newrozê vêxistin
Li Dirbêsiyê jî dayikên şehîdan agirê Newrozê vêxistin
15 adar, 2022   17:01
HESEKÊ

Bi diruşma "Em Newroza 2022'yan li Rêber APO û tevahî gelên xwe pîroz dikin" li bajarokê Til Kerma yê navçeya Dirbêsiyê Newroz hate pîrozkirin.

Bi dehan şêniyên bajarokê û gundên derdora wê beşdarî pîrozbahiyê bûn ku li dibistana bajarokê Til Kerma hate lidarxistin.

Agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve hate pêxistin û li ber stranan xelekên govendê hatin gerandin.

ANHA