​​​​​​​PDK`ê destkeftiyên gelê Başûr li ser tepsiyeke zêr radestî Iraqê kirin

Di 19`ê Adara 1991`an de cara yekemîn gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê bajarê Kerkûkê kontrol dike û bi rê ve dibe. Lê ji ber siyasetên PDK`ê, ev destkeftî piştî 26 salan têk çûn û bajar li ser tepsiyeke zêr da hikumeta Iraqê.

​​​​​​​PDK`ê destkeftiyên gelê Başûr li ser tepsiyeke zêr radestî Iraqê kirin
10 adar, 2022   01:55
EKREM BERAKAT

Siyaseta ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dimeşîne, ji hişmendiya pergalên desthilatdar û zordest ne cuda ye û dibe ku tundtir be. PDK`ê hemû tişt kir xizmeta berjewendiyên malbatî yên teng û xizmeta gelê Kurd bi tişekî nekir. Berovajî wê, hewl da destkeftiyên Kurdan têk bibe. Kerkûk mînaka herî berbiçav a vê yekê ye.

PDK 16`ê Tebaxa 1946`an bi pêşengiya Mistefa Barzanî hat avakirin. Destpêkê navê wê Partiya Demokrat a Kurd bû. Di kongreya sêyemîn de ku di 26`ê Çileya 1953`yan de li Kerkûkê li dar ket, navê wê hat guhertin û bû Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK).

Piştî şerên di navbera şêniyên Başûrê Kurdistanê û dewleta Iraqê de, Adara 1970`yî peymana xwebirêvebirinê hat ragihandin. Ev peyman dirêj nekir, dîsa PDK`ê ku wê demê şahê Îranê desteka wê dikir, bi dewleta Iraqê re şer kir. Piştre şahê Îranê li dijî Barzanî derket û bi Sedam Huseyn re sala 1975`an li hev kir û li gorî wê, şah alîkarî li ser Barzanî qut kir ku ji şah re gotibû “Ez di bin fermana de te me.” Piştre Barzanî bidawîbûna şer ragihand.

‘KONTROLA KURDAN A LI SER KERKÛKÊ'

Di Adara 1991`an de li Başûrê Kurdistanê serhildaneke berfireh çêbû. Gelê Kurd gelek bajar kontrol kirin, di nav de Kerkûk ku di 19`ê Adara 1991`an de hat kontrolkirin. Serhildan di encama gelek bûyeran de pêk hat; destwerdana Iraqê ya li ser Kiwêtê di 2`yê Tebaxa 1990`î de ku bi navê “Şerê Kendavê yê Duyemîn” hat binavkirin û di encamê de hêzên navneteweyî bi serkêşiya DYA`yê di 16`ê Çileya 1991`an de mudaxele li Iraqê kir.

Hêzên Sedam Huseyîn ji bo bidawîkirina serhildanê, hemû cureyên çekan bi kar anîn, di encamê de YE`yê di Nîsana 1991`an de plansaziyek danî ku strageheke ewle ya NY`yê ji bo parastina Kurdan ava bike. Tebaxa 1992`yan, qada hewayî ya Başûrê Kurdistanê li pêşiya firîna balafiran hat girtin. Di wê demê de rêveberên PDK`ê li derveyî Başûr bûn. Tu bandora wan tune bû. Lê bi desteka hêzên rojavayî di sêrî de DYA, vegerîn Başûr û careke din destkeftiyên gelê Başûr kontrol kirin.

Piştî mudaxeleya Amerîkayê sala 2003`yan û hilweşandina rejîma Baas, Kerkûk ji aliyê îdarî ve girêdayî hikumeta Iraqê ma. Saziyên hikumetê bi navendê ve girêdayî bûn, ji bilî saziya fêrkirina kurdî. Ji ber ku Kurd bi hêztir bûn, rêveberiya ewlehiyê, qeymeqam û serokatiya meclisê jî para Kurdan bû.

Sala 2014`an Kerkûk û herêmên nakok, di nav de Mîsil, rastî êrişên çeteyên DAIŞ`ê hatin û artêşa Iraqê nikarî navenda Hiwêce ya girêdayî Kerkûkê biparêze. Ji ber wê çeteyan di demeke kin de Hiwêce kontrol kir û êdî nêzî Kerkûkê bûn. Lewma Hêzên Parastina Gel (HPG) û YJA Starê daketin bajêr da ku piştgiriya pêşmergeyan bikin. Bi rastî bajar ji êrişan parastin û çete têk birin. Heta dîroka 16`ê Cotmeha 2017`an de tu nakokî di navbera şêniyên bajêr de derneket.

‘DI 16`E COTMEHA 2017`AN DE ÇI QEWIMÎ?`

PDK`ê ku Başûr û hikumeta wê kontrol dike, li gel bêdengiya partiyên din biryar da ku referanduma serxwebûnê li dar bixe. Hikumeta Iraqê, hikumeta Başûr ji encamên vê yekê hişyar kir. Wê demê qeymeqamê Kerkûkê Necmedîn Kerîm hişyarî da ku bi pêkanîna referandumê re dê rewş aloz bibe û dê Kurd Kerkûkê ji dest bidin. Lê ruxmî hişyariyên navneteweyî û herêmî serokê PDK`ê Mesûd Barzanî di 25`ê Îlona 2017`an de referandum ragihand.

Piştî wê rewşa li Kerkûkê aloz bû, di 16`ê Cotmehê de artêşa Iraqê û Heşdî Şebî berê xwe dan Kerkûkê. Pêşmerge li pêşiya wan sekinînin û HPG`ê jî li rex şêniyên bajêr şerê wan kirin. Lê ji ber hejmar û çek kêm bû, pêşmerge ji herêmê bi temamî vekişîn. Artêşa Iraqê û Heşdî Şebî Kerkûk kontrol kir. 200 hezar Kurd ji ber tirsa li ser jiyana xwe neçar man ji Kerkûkê derkevin. Lê piştî demeke kurt piraniya wan vegeriya.

Piştî ku artêşa Iraqê û Heşdî Şebî, Kerkûk kontrol kir, qeymeqamê Kerkûkê Necmedîn Kerîm û serokê meclisa parêzgehê Rêbewar Talbanî ji bajêr derketin. Serokwezîrê Iraqê yê wê demê Heyder El-Ibadî, Rakan El-Cebûrî kir qeymeqamê Kerkûkê. Bi vê yekê rêveberiya wê ji destê Kurdan derket ku zêdetirî 26 salan di destê wan de bû. Gotinên Necmedîn Kerîm hatin cih ku di encama referandumê de dê Kurd Kerkûkê winda bikin.

GIRÎNGIYA KERKÛKÊ

Kerkûk, ji bajarên Kurdistanê û heta Rojhilata Navîn ê herî kevnar e û mezintirîn bajarên Başûrê Kurdistanê ye. xwedî girîngiyeke dîrokî, çandî û stratejîk e. di nav gelê Kurd bi paytexta çanda Kurdî tê naskirin. Dîroka bajêr vedigere 5 hezar sal. Niştecihên wê Kurd, Ereb, Tirkmen û asûr in û ji berê ve bi hev re bi awayekî aştiyane jiyane.

DESTPÊKIRINA GUHERTINA DEMOGRAFIYÊ

Serdema dagirkirina sefawî ya li ser Kurdistanê di serdema Şah Îsmaîl de, xaleke girîng e ku bicihkirina Tirkmenan li herêmê dest pê kir. Sefawiyan bi rêya baweriya Kizilbaşî ya şîî li ser Kurdan ferz bikin da ku muslimanên sunnî ji herêmê derxin.

Li gorî belgeyên têkildarî demografiya Kerkûkê yên heta 1950`î, Kurd herî zêde ne û ji 8 eşîran pêk tên; Caf, Talebanî, Dawûde, Kakaî, Salihiye, Şawan, Şêxbizinî, Hawin, Cibarî, Dilo, Şêxaîn, Zengene, Zind, Rojbiyanî, Balanî, Kîc, Lek û Windaî.

Heta wê demê derdora 11 qebîleyên Ereb bi cih bûn; Ibêd, Cebûr, Cihêş, Bû Hemdan, Neîm, Kirawiye, Herb, Benû Zêd, Ize, Siêdat û Seyah.

Qebîleyên Tirkmen jî wiha ne: Tatran, Beyat, lê serokeşîrên wê dibêjin ew qebîle Ereb e. Lê hinek din jî dibêjin koka wan tirk e. Hin kesên din dibêjin ew bermahiya Xewarizmiye ye yên ku sala 1225`an piştî zayînê bi navê Biyawt derbasî Iraqê bûn.

Li gorî daneyên sala 1957`an, rêjeya Kurdan li Kerkûkê ji sedî 51 bû, Tirkmen ko sedî 21.5, Ereb ji sedî 28 bû. Pêkhateyên wê di nav aştiyê de jiyan. Di salên 70 û 80`yî de hewlanên erebkirina Kerkûkê bi destê Baas hebûn.

Nivîskarê ji Iraqê Yehya El-Kibêsî di gotareke xwe de behsa Erebkirina Kerkûkê kir û got bi rêya erkdarkirina karmendên Ereb ji parêzgehên din û bicihkirina malbatên wan tê de, guhertina demografiyê pêk hat. Yan jî bi rêya dayîna avantajan ji Ereban re da ku werin bajêr. Yan jî bi rêya qaşo bi navê rastkirina netewperestiyê, ku gelek Kurd û Tirkmen weke ku Ereb in hatin tomarkirin. Herî dawî bi rêbazên cuda Kurd ji bajêr hatin derxistin.

Divê siyaseta PDK`ê neyê ji bîrkirin ku destkeftiyên Kurdan têk bir. Başûr kir navenda îstixbarata dewleta Tirk a ku li dijî referandumê derket. Dewleta Tirk wê demê got: Hikumeta Başûrê Kurdistanê dê berdêla vê yekê bide. Erdogan referandum bi xiyanetê bi nav kir û got: Dibe ku şevekê em wan matmayî bikin. Biryara wan a çêkirina referandumê ji bo me firsendeke baş e. Em tu gavekê ber bi serxwebûnê ve qebûl nakin. ev referandum ne rewa ye. Hikumeta Federal a Iraqê ev yek red kir. Em ê tedbîrên din bigire. Em ê deriyên sînor bi giştî bigirin. Em ê hinarteyên petrolê yên herêmê qedexe bikin. Wê demê her tişt dê biqede.

Referandom, hişt ku parçebûnek diyar di navbera PDK û YNK`ê de çêbibe. Herî dawî PDK`ê lihevkirina di navbera xwe û YNK`ê de ya têkildarî serokkomariya Iraqê bin pê kir. şopdarên rewşa Iraqê gotin, diyarkirina PDK`ê namzet ji bo serokkomariyê dê hêza Kurdan zaîf bike. Dibe ku Kurd gelek herêmên din ji ber siyasetên şaş ên PDK`ê ji dest bidin.

REWŞA KERKÛKÊ NIHA ÇI YE?

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya hebûna xwe ya li ser tixûbên Mûsil û Kerkûkê ji 2014`an ve hewl dide Kerkûkê bi rêya avakirina komên çekdar ên Tirkmen mîna Eniya Tirkmenan a Iraqê li ser bingehên nîjadperestiyê, dagir bike. Her wiha gelek komên îstixbaratî ava kirin. Eniya Tirkmenan a Iraqê gefên xwe li dijî Kurdan li Kerkûkê piştî 2017`an zêde kirin. Ofîsa qeymeqamê Kerkûkê ala Başûrê Kurdistanê ji ser saziyên Kerkûkê bi giştî rakirin. Erdogan wê demê got “Al dê dakeve.” Eniya Tirkmen jî sloganên “Kerkûk Tirk e, dê Tirk bimîne” berz kirin.

Di 14`ê Tîrmeha 2021`an de bi boneya bîranîna Tirkmenên ku li herêma Bîred a Kerkûkê sala 1958`an de hatine kuştin, komên çekdar ên Eniya Tirkmenan a Iraqê toreneke leşkerî li dar xist û alên Tirkiyê hildan. Balyozê Tirkiyê yê li Iraqê Alî Riza Guney tê de beşdar bû. Wê demê serokê berê yê eniyê Erşad Salihî gefa êrişkirina Şengalê xwar û got: "Em hebûna kampeke terorîst ku tenê çend kîlometreyan ji me dûr e, qebûl nakin. Heke hikumeta Iraqê bi erka xwe ranebû, em ê bi alîkariya hêzên xwe yên çekar vê erkê bînin cih."

(şx)

ANHA