Neda; hevbendiya jinan a ji bo parastina destkeftiyan li Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê

Endama komîteya damezirîner a Hevbendiya Neda, Wela Ebû Setît eşkere kir ku hevbendî armanc dike hêzeke jinan a herêmî ava bibe da ku hevkarî, hevgirtin û karê hevbeş xurttir bibin. Her wiha ji bo pêxistina destkeftiyên jinan li Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê plansaziyên hevbeş amade bibin.

Neda; hevbendiya jinan a ji bo parastina destkeftiyan li Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê
10 adar, 2022   04:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Di Kongreya Kinan a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya Duyemîn de ku di 30-31`ê Tîrmeha 2021`an de ‘Hevbendiya Jinan a Demokratîk a Herêmî li Rojhilata Navîn Neda’ hat damezirandin.

Ji encamnameyên kongreyê; ragihandina avakirina hevbendiyekê li ser asta Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê bû ku xwedî li nêrîneke stratejîk a giştî ya jinan derdikeve û bingeha wê sazûmaniya mafên mirovan e. Armanca wê; avakirina civakeke azad, demokratîk, wekhev, edaleta civakî û rûmeta mirovahiyê ye. 

`HEVBENDÎ BERHEMA KONGREYA JINAN A HERÊMÎ YA DUYEMÎN E`

Endama komîteya damezirîner a Hevbendiya Neda Wela Ebû Setît ji ajansa me re axixî û mekanîzmaya karê hevbendiyê, armancên wê rave kirin û got: “Neda; hevbendiyeke nû ye. Ji nûnerên gelek dewletên Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê pêk tê. Neda berhema Kongreya Herêmî ya Jinan li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya Duyemîn e ku li Beyrûtê hatibû lidarxistin.”

Wela wiha domand: “Ji ber metirsiyên ku jin pê re rû bi rû mane, me ev hevbendî ava kir. Me xwest li herêmê hêzeke pêşeng a jinan ava bikin.”

Wela Ebû Setîr diyar kir ku li gorî tecrubeyên cihêreng û dewlemend ên têkoşîn û berxwedana li hember hemû cureyên çewisandin û nîjadperestiyê, hizira avakirina hevbendiyê di kongreya li Lubnanê de hat pêşkêşkirin. Li gorî Wela zêdetirî 200 delegeyên gelek dewletên herêmî, nûnerên rêxistin, komeleyan û çalakvanên jin ên welatên herêmê tev li kongreyê bûn û hevbendî ava kir.

`JI BO XURTKIRINA HEVKARÎ, HEVGIRTIN Û KARÊ HEVBEŞ`

Welat bi domdarî got: “Em ji vê hevbendiyê armanc dikin ku hêzeke jinan a herêmî ava bikin da ku hevkarî û hevgirtina jinan xurttir bikin. Plansaziyên hevbeş li ser asta herêmî deynin da ku destkeftiyên jinan berfirehtir bikin û biparêzin. Li gel ku li herêmê gelek alozî, şer, çanda tundiyê û pirsgirêkên taîfî û nîjadî hene û pergalên zordest serdest in.”

Li gorî Wela Hevbendiya Neda ji nûnerên gelek welatan, rêxistin û çalakvanên jin pêk tê û ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Me avakirina Nedayê di 8`ê Adarê de ragihand, armanca me ji vê yekê ew e ku ev hevbendî bibe dengê jinan li hemû dewletên herêmê ku bi gelek bûyeran re rû bi rû mane. Armanca sereke jî; teqezkirina hêza jinan di pêkanîna guhertinê de ye.”

Tê payîn ku hevbendî komxebata xwe ya yekemîn di 14`ê Adarê de online li dar bixe. Komxebat dê bi dirûşma “Bi yekitiya jinan em ê wekhevî û demokrasiya rasteqîn pêk bînin” li dar bikeve.

(şx)

ANHA