2 hezar malbatên li kampa Serêkaniyê li benda vegerê ne

Nêzî 2 hezar malbatên koçber ên li kampa Serêkaniyê dimînin, li hêviya vegerê ne. Li kampê dibistan hatine girtin û destekdayîna mirovî jî kêm bûye.

2 hezar malbatên li kampa Serêkaniyê li benda vegerê ne
2 hezar malbatên li kampa Serêkaniyê li benda vegerê ne
2 hezar malbatên li kampa Serêkaniyê li benda vegerê ne
2 hezar malbatên li kampa Serêkaniyê li benda vegerê ne
25 îlon, 2026   02:55
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Ji ber derengmayîna vegera koçberên Serêkaniyê zehmetiyên nêzî 2 hezar malbatên koçber ên li Kampa Serêkaniyê dimînin zêde dibin, pê re jî dibistanên li kampê hatine girtin û bi hezaran zarok û xwendekar ji perwerdeya xwe bê par mane. Li kampê destekdayîna mirovî ya ku ji bo koçberan dihate dayîn kêm bûye. Ev yek dihêle rewşa wan bi hatina zivistanê re jî ne baş bibe.

Der barê mijarê de hevserokê Kampa Serêkaniyê Ebdulrezaq Mihemed got: “53 malbatên li kampê yên ku ji nêzî 300 kesan pêk tên, di karwanê yekemîn de cih girt û vegeriyan warê xwe. Di karwanê duyemîn de jî 677 malbatên ku ji nêzî 4 hezar û 527 kesan pêk tê cih girtibû. Birêketina karwanan bû jêdera hêviyê.”

Mihemed wiha got: “Nêzî 2 hezar malbat hîn di kampê de ne, dema pêvajoya vegerê dest pê kir û hat tekezkirin ku ew ê bidome, Gerînendetiya Perwerdeyê dibistan girtin û tişta di dibistanan de jî rakirin, lê niha derketina karwanan hatiye rawestandin, ji bo karwanê sêyemîn jî dem nehatiye diyarkirin û sedemên rawestandinê jî nehatine zelalkirin.”

Mihemed da zanîn ku girtina dibistanan yek ji pirsgirêkên ku rastî koçberan tê, bi hezaran zarok û xwendekar ji perwerdeya xwe dûr mane, destekdayîna mirovî ak u ji hêla rêxistinan ve dihate dayîn kêm bûye, ev dihêle ku bi hatina zivistanê re rewşa koçberan xerab bibe.

Ebdulrezaq Mihemed daxwaz ji aliyên peywendîdar ên dosyaya vegera koçberan kir ku careke din dest bi derketina karwanan bikin, beriya zivistanê dosya vegera malbatan a ji bo warên wan bi lez pêk bînin.

Mihemed destnîşan kir ku divê xwendekar vegerin dibistanên xwe û perwerdeya xwe bidomînin, bang jî kir ku herêmê ji bo vegera koçberan bê dabînkirin.

Dihat payîn ku karwanên din jî bi rê biketana lê hîn jî dema karwanê sêyemîn nehatiye diyarkirin. Koçber jî li benda vegerê û bi lez pêkanîna wê ne.

(sb)

ANHA