Pezeşkiyan: Qedandina şer bi biryara DYA'yê ve girêdayî ye

Serokkomarê Îranê Mesud Pezeşkiyan anî ziman ku Îranê şer neda destpêkirin û got, qedandina şer jî bi biryara Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve girêdayî ye.

Pezeşkiyan: Qedandina şer bi biryara DYA'yê ve girêdayî ye
25 îlon, 2026   09:21
NAVENDA NÛÇEYAN 

Serokkomarê Îranê Mesud Pezeşkiyan ragihand ku biryara li ser bidawîkirina şerê navbera DYA û Îranê di destê Washingtonê de ye.

Pezeşkiyan di çarçoveya civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de yên li New Yorkê ji Fox Newsê re axivî û got, "Amerîka wê biryarê bide bê dixwaze vî şerî biqedîne yan na."

Ev axaftin piştî axuyaniya Serokê DYA'yê Donald Trump hat ku di dema civînên li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de ragihand ku rayedarên Îranî û Amerîkî li New Yorkê li hev civiyan.

'ME ŞER NEDA DESTPÊKIRIN'

Pezeşkiyan îdîa kir ku Îran şer naxwaze û welatê wî bi biryar e ku li hemberî êrişan xwe biparêze.

Pezeşkiyan got, "Me ti carî şer neda destpêkirin. Lê belê eger bixwazin bi me re şer dewam bikin, hingî em ê bi xurtî û biryardarî bersivê bidin."

Serokkomarê Îranê her wiha diyar kir ku zextên li ser Tehranê teslîmbûna li derveyî çarçoveya hiqûqa navneteweyî li ser welatê wan ferz dike û destnîşan kir ku ev yek nayê qebûlkirin.

Pezeşkiyan ragihand ku di navbera Washington û Tehranê de meha Hezîranê di prensîbê de lihevkirinek çêbû û Îran amade ye ku li ser bingeha vê lihevkirinê hevdîtinan dewam bike.

DAXUYANIYA TÊKILDARÎ HILBIJARTINÊN DYE'YÊ

Pezeşkiyan diyar kir ku hilbijartinên navberê yên li DYA'yê, ku wê di demeke nêz de bê lidarxistin, ji aliyê lihevkirinekê ve helwesta Îranê naguherîne û got, "Em vê li ber çavan nagirin."

Trump beriya niha îdîa kirbû ku Îran li benda hilbijartinên navberê yên li DYA'yê û piştî wê plan dike ku lihevkirinekê bike.

TENGAVA HURMUZÊ Û BERNAMEYA NUKLEERÊ

Pezeşkiyan bi bîr xist ku DYA û Îsraîlê meha Sibatê êriş birin ser Îranê û wan jî li hemberî vê yekê Tengava Hurmuzê girtin. Tengav ji aliyê trafîka petrolê ya navneteweyî ve weke yek ji rêgehên girîng tê dîtin.

Têkildarî bernameya nukleerê ya Îranê jî Pezeşkiyan îdîa kir ku welatê wî hewl nade ku çeka nukleerî bi dest bixe û bernameya nukleerê bi armancên aştiyane bi rê ve dibe.

DAXUYANIYA TÊKILDARÎ MUCTEBA XAMANEY

Pezeşkiyan her wiha diyar kir ku herî dawî beriya mehekê lîderê olî yê Îranê Mucteba Xamaney dît û heft saetan pê re ma.

Ji bo pirsa li ser rewşa tenduristiyê ya Xamaney, Pezeşkiyan got, "Bi temamî baş e."