2 leşkerên Îsraîlê li bakurê Xezayê hatin kuştin

2 leşkerên Îsraîlê dema ku droneke artêşê di nav baregeheke leşkerî de li bakurê Xezayê teqiya, hatin kuştin.

2 leşkerên Îsraîlê li bakurê Xezayê hatin kuştin
25 îlon, 2026   12:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku serheng Nadav Kali yê 24 salî û serheng Ofek Mualem ê 23 salî duh di teqîna dronekê de hatine kuştin.

Li gorî lêpirsîna destpêkê, her du leşkeran 2 dronên FPV dixebitandin. Drona yekem firiyaye, lê ya duyem ji ber sedemên nediyar di nav baregehê de ketiye xwarê û teqiyaye.

(k)

ANHA