‘Tecrîdkirina rêbertî îrade û hezkirina me lewaz nekir‘

Koçberên Efrînê got: "Dema em ber bi qirkirinê ve diçûn rêbertî em ji xewê hişyar kir û tecrîdkirina wî ya bi armanca dûrxistina me vîna me lawa nake, girêdanbûn û hezkirina me jê re îsrara me li ser serkeftina şoreşê zêde kir."

‘Tecrîdkirina rêbertî îrade û hezkirina me lewaz nekir‘
10 adar, 2022   00:38
ŞEHBA

Rêber Abdullah Ocalan di salên 1980`yî de serdana Sûriyê û Lubananê kir û lê ma. Di wê demê de civîn li dar dixistin. Bi hezeran şêniyên ji bajar û gundewarên Kobanê, Qamişlo, Efrîn, Heleb û Hesekê tev li wan civînan dibûn.

Di wan salan de fikreyê rêber Ocalan li derdora cîhanê belav dibû. Ji ber vê yekê jî dewletên desthilatdar komplo di 9`ê Cotmeha 1998`an de li dijî wî pêk anî. Gelek dewletên Ewropî, herêmî û aliyên dijberî doza Kurdî tev li wê komployê bûn.

15`ê Sibata 1999`an rêbertî ji Kînyayê hate revandin û komplo li dijî wî hate kirin.

Hikumeta Tirkiyê ji destpêka ku rêber Ocalan revandine û heta roja îro siyasetên binpêkirinê li dijî wî di girtîgeha Îmraliyê de pêk tîne. Armanca wê ji vê yekê ew e ku derfetê nede belavbûna fikir û felsefeya rêbertî di nava gelan de.

Rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha xwedî ewlekariya herî giran de rastî tecrîdeke giran tê. Her wiah 2 ceza li ser wî hatine ferzkirin û li gorî wê jî heta 6 mehan nebe parêzeran nabîne û heta 3 mehan malbata xwe nabîne.

Lê şêniyên ku bi rêbertî civiyane û fikreyên wî nas kirine soza şopandina rêya wî û xebatê heta serxistina şoreşê û belavkirina fikreyên wî li derdora cîhanê, da.

 ‘GIRÊDANA ME BI RÊBERTÎ RE ÎSRARA M JI BO HEBÛNÊ ZÊDE KIR‘

/kr/uploads/files/2022/03/09/190041_-.webp

Der barê mijarê de Sureya Hebeş behsa hevdîtina xwe ya yekemîn bi rêber Ocalan re ku di sala 1986`an de bû û girêdana bi fikr û felsefeya wî, kir.

Sureya Hebeş wiha axivî: "Tevî xeteriya civînan jî lê em tev li wan dibûn. Em neditirsiyan. Di hevdîtinên me bi rêbertî re exlaq û rêbaza wî bala me dikşand. Rastiya xwe, hezkirina ji şoreşê re û baweriya wî, derxist holê. Piştî civînê û ji ber tirsa rêbertî li ser me, îsrar dikir ku em vegerin malên xwe. Lê girêdana me bi wî ve dibû sedem ku em bimînin tevî xeteriya cihê ku em lê diman."

 ‘WELAT JI CANÊ ME BUHATIR E‘

Sureya Hebeş wiha domand: "Di sala 1991`an de me careke din rêbertî dît. Rêbertî em ji xewê hişyar kir. Ji ber em ber bi qirkirinê ve diçûn. Di me de hestên welatparêziyê çand. Em bûn şopdarên rêya wî. Em derfetê nadin tu kesî ku şoreşa me bi dawî bike. Em ê her tiştî bikin da ku em şoreşa xwe bi ser bixin. Her çiqas temenê wê buha be jî. Ji ber welat ji canê me buhatir e."

Sureya Hebeş di axaftina xwe de behsa siyasetên binpêkirinê ku hikumeta Şamê li dijî gelê Kurd bikar dianî, têkoşîna wan asteng dikir kir û ev tişt anî ziman: "Me her tişt erk û xebatên xwe bi hişyariyeke zêde bi dawî dikir. Ji ber hikumeta Şamê her mirovekî ku têkiliya wan bi Kurdiyatiyê ve hebe digirt û li dijî wan hemû cûreyên îşkenceyê bi kar tanî."

Her wiha Sureya Hebeş bal kişand ser komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdulla Ocalan ku destpêka wê di 9`ê Cotmeha 1998`an de bû û di 15`ê Sibata 1999`an de pêk hat û got ew sûcekî li dijî mirovahiyê bû.

Sureya Hebeş wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dema rêbertî nas kir ku rewş xeter e û zerar dê bigihêje gelê Sûriyê, biryar da ku ber bi dewletên Ewropayê ve derkeve, dibe ku ew dewletên îdiya demokrasiyê dikin ku alîkariyê bikin û doza Kurdî çareser bikin. Lê berovajî vê yekê li dijî wî senkinin û bûn destek di revandina wî de."

 ‘EZ JI TEVLÎBÛNA TEVGERÊ RE NE POŞMAN IM‘

/kr/uploads/files/2022/03/09/190232_-.webp

Îbrahîm Xelîl jî behsa dema naskirina wî ji Tevgera Rizgariya Kurdistanê re, rêbazên kadroyên wî û hezkirin û girêdana wî jê re kir  û wiha got: "Dema kadroyên tevgerê derbasî mala me bûn, min ji rêbaza danûstandina wan, her wiha danesîna wan ji xwe re, ji tevger, şoreş, fikre û pêşengtiya rêber Abdullah Ocalan re ku armanca wî azadiya gelê wî bû, hez kir."

Îbrahîm Xelîl wiha pê de çû: "Rêhevalan behsa rêbertî û rêbaza danûstandina wî bi her kesî re kir. Min di dîrokê de nebihîstibû ku kesek mîna rêbertî û nîşaneyên wî heye ku her dema kesekî li wî dinihêrî ew rû geş bû. Tişta ku bala min kişand hezkirina wî jê re bû. Ez jî bi vê yekê bandor bûm û di wê demê de tev li şoreşê bûm. Min xebatekî dilsozî kir û ez ji tevlîbûna tevgerê re ne poşman im."

Xelîl têkildarî komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan xemgîniya xwe anî ziman û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Ev gerdûn cihê her mirovekî ye ku bi azad û aştî bijî, ji bilî rêbertî. Derfet nedan ku nêrîna xwe bêje û parastina gelên bindest bike. Ji ber ku fikreyên wî desthilatdarî, koletî û kapîtalîzmê bi dawî dikin û her dewleteke ku alîkariya rêbertî nekir, destê wan di komployê de heye."

(bx)

ANHA