Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundewarê Derayê ser malan digirin û 3 kes binçav kirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundewarê rojavayê Derayê bi ser malan de girtin û 3 kes binçav kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundewarê Derayê ser malan digirin û 3 kes binçav kirin
25 îlon, 2026   10:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanên ajansa me, ragihandin ku îro danê sibê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarokê Hêt ê li gundewarê rojavayê Derayê bi ser hin malan de girtin.

Di encama serdegirtinan de 3 kes bi tewan bazirganiya narkotîkê hatin girtin. Derbarê nasnameyên kesên ku hatine girtin an tiştên ku di operasyonê de hatine desteserkirin de tu hûrgilî nehatin dayîn.

(k) 

ANHA