ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-03-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-03-2022
10 adar, 2022   00:00

-Di çarçoveya çalakiyên Roja Jinan a Cîhanê de, Dika Çalakiyên Hevpar ên Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîrozbahiyeke navendî li hola Rewabî ya li bajarê Qamişlo saet 10:00`an li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şehîd Hisên El-Berî bi armanca parastina destkeftiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê, tev li têkoşîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li hember çeteyên DAIŞ`ê dibe û di Pêngava Gurzê Gelan de şehîd dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Koçberên Efrînê got: "Dema em ber bi qirkirinê ve diçûn rêbertî em ji xewê hişyar kir û tecrîdkirina wî ya bi armanca dûrxistina me vîna me lawa nake, girêdanbûn û hezkirina me jê re îsrara me li ser serkeftina şoreşê zêde kir." (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Di 19`ê Adara 1991`an de cara yekemîn gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê bajarê Kerkûkê kontrol dike û bi rê ve dibe. Lê ji ber siyasetên PDK`ê, ev destkeftî piştî 26 salan têk çûn û bajar li ser tepsiyeke zêr da hikumeta Iraqê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê, banga derxistina PKK’ê ji ''lîsteya terorê'' kirin û gotin:” PKK rêxistina ku her tim li ser bingeha mirovahiyê kar kiriye û her pêkhateyek di hundir xwe de qebûl kiriye.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Endama komîteya damezirîner a Hevbendiya Neda, Wela Ebû Setît eşkere kir ku hevbendî armanc dike hêzeke jinan a herêmî ava bibe da ku hevkarî, hevgirtin û karê hevbeş xurttir bibin. Her wiha ji bo pêxistina destkeftiyên jinan li Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê plansaziyên hevbeş amade bibin. (BI WÊNE)

- Ji zêdetirî sedsalekî ye, cîhan bi 8’ê Adarê, Roja Jinan a Cîhanê, têkildarî rêzgirtina ji kedên jinan re û rola wê di bandorkirina civakê de pîroz dike. Ew yek bi hewldana xurtkirina di tevahî aliyên jiyanê de ye. Ev bone her sal û li her dewletekê xwedî diruşmeyek cuda ye û bi rêbazên cuda pîroz dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA