‘Bi saya şehîdên wekî Hisên Berî Pêngava Gurza Gelan bi ser ket’

Şehîd Hisên El-Berî bi armanca parastina destkeftiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê, tev li têkoşîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li hember çeteyên DAIŞ`ê dibe û di Pêngava Gurzê Gelan de şehîd dibe.

‘Bi saya şehîdên wekî Hisên Berî Pêngava Gurza Gelan bi ser ket’
10 adar, 2022   03:26
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) careke din bi ser ket û êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya li ser girtîgeha Xiwêran a Hesekê têk bir ku piştî tunekirina DAIŞ`ê ya sala 2019`an, êrişa herî mezin bû.

Çeteyên DAIŞ`ê di 20`ê Çileyê de êrişî girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran kir. Di berxwedana li hember wê êrişê de, 121 kes şehîd bûn ku piraniya wan şervanên QSD`ê bûn.

Şehîd Hisên El-Berî (52) yek ji wan şervanan bû ku ji bo parastina welêt şehîd bû.

Şehîd Hisên El-Berî kurê duyemîn ê malbateke welatparêz e ku ji navçeya Dirbêsiyê ye. 3 bira û 5 xwişkên wî hene û gelek endamên malbata wî di şoreşa Rojava de şehîd bûne.

Kurxalê şehîd Hisên El-Berî, Omer Ebdullah (Mûrad) sala 2019`an di berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî navçeya Zirganê de şehîd bû. Her wiha kurê xwişka wî Elî Ebdullah (Herekol Gerîla) sala 2017`an li Reqayê şehîd bûbû.

Kurapê wî Xelîl Hisên Seydo sala 2016`an li bajarê Reqayê şehîd bû.

Hisên El-Berî asta seretayî, navîn û amadehî li dibistanên navçeya Dirbêsiyê xwend, lê ji ber rewşa debarê ya ku wê demê piraniya malbatên Kurd ji ber zexta hikumetê Şamê tê re derbas dibûn, neçar ma dev ji xwendinê berde.

Dûre dizewice, 3 kur û 3 keçên wan çêdibin. Lê nixuriyê wî sala 2017`an dema erka xweparastinê pêk dianî, birîndar dibe.

Kurê wî yê duyemîn Mihemed El-Berî ku niha erka xweparastinê pêk tîne, têkildarî bavê xwe wiha got: "Bavê min wekî hevalekî me bû, henûn bû û me tu carî hîs nekir ku ew bav e û em zarok in. Her tim şîret li me dikir û rêya rast nîşanî me dikir."

Mihemed El-Berî diyar kir ku ew çi qasî behsa bavê xwe bike jî, dê heqê wî nediyê û dê kêm bibîne.

/kr/uploads/files/2022/03/09/191014_-.webp

Li gorî birayê mezin Ednan El-Berî, piştî destpêkirina şoreşa Rojava sala 2012`an şehîd Hisên El-Berî sala 2015`an tev li QSD`ê dibe.

Şehîd Hisên tev li gelek hemleyên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bûye, ji wan êrişên 2019`an ên li ser bajarê Serêkaniyê.

Şehîd Hisên El-Berî berpirsê beşa yekem a girtîgeha Sînaa bû. Di Pêngava Gurzê Gelan de cih girt. Şehîd Hisên di 23`yê Çileyê de şehîd bû û tev li kerwanê 121 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan bû.

‘KADROYÊN PKK`Ê BANDOR LI BAVÊ MIN KIRIBÛ’

Birayê şehîd Ednan El-Berî axivî û got: "Şehîd Hisên bêhnfireh bû, tevî zor û zehmetiyan, lê dîsa jî her tim dikeniya û pir ji cîran û hevalên xwe hez dikir."

Ednan El-Berî destnîşan kir ku piştî êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li ser girtîgeha Sîna, agahî jê qut bû û dûre fêm kir ku şehîd bûye.

/kr/uploads/files/2022/03/09/191035_-.webp

Mihemed kurê şehîd Hisên El-Berî jî wiha axivî: "Bavê min sir û razên karê xwe eşkere nedikirin. Tu carî ne behsa karê xwe dikir û ne jî cihê xwe ji me re digot.”

Mihemed Hisên ev li gotina xwe zêde kir: "Kadroyên PKK’ê zêde bandor li bavê min kiribû, her tim ji me re digot hema silavekê jî li mirov bikin, morala me bilind dibe."

Mihemed El-Berî da zanîn ku dema bi bavê xwe re rûdinişt, timî qala fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan û çawa şehîdan bandor lê kiriye, dikir û wiha lê zêde kir: "Em bi şehadeta bavê xwe serbilind û serfiraz in. Heta dilopa dawîn a xwîna xwe em dev ji rêya wî bernadin.”

(eh)

ANHA