Cîhanê çawa Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir?

Ji zêdetirî sedsalekî ve ye, cîhan bi 8’ê Adarê, Roja Jinan a Cîhanê, têkildarî rêzgirtina ji kedên jinan re û rola wê di bandorkirina civakê de pîroz dike. Ew yek bi hewldana xurtkirina di tevahî aliyên jiyanê de ye. Ev bone her sal û li her dewletekê xwedî diruşmeyek cuda ye û bi rêbazên cuda pîroz dikin.

Cîhanê çawa Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir?
Cîhanê çawa Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir?
Cîhanê çawa Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir?
Cîhanê çawa Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir?
10 adar, 2022   06:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Jin îsal bi diruşma "BreakTheBias" bi roja xwe pîroz kir ku bi awayekî bingehîn bal kişand ser xurtkirina fikrê cîhan ji cudabûn û wêneyên qalibê yên li ser jinan tê naskirin

Îsal, jinan roja xwe ya cîhanê bi dirûşma "BreakTheBias" pîroz kirin, ku bal kişand li ser pêşvebirina ramana ku cîhan ji pêşdarazî û wêneyên qalibê jinan dûr e. Her wiha cîhanê têkildarî mafên wê adil be û ev yek li ser cîhanê erkek e ne diyariyek e û jin di tevahî aliyên jiyanê de beşdar bibin, çi civakî, çi rêvebertî, çi siyasî û leşkerî dibe.

ÇIMA 8’Ê ADARÊ?

Çîroka pîrozkirina vê rojê vedigere 8’ê Adara 1908’an dema bi hezaran jinên karker ên kargeha takstîlî xwepêşandan li kolanên New Yorkê ji bo xwestekên xwe yên kêmkirina saetên xebatê, rawestandina karkirina zarokan û dayîna mafên hilbijartinê ji jinan re, li dar xist. Di 1910’an de çalakger Clara Zetkin di konferanseke navneteweyî ya jinên karker li bajarê Kopenhag ê Denmark pêşniyar kir ku 8’ê Adarê bibe Roja Jinan a Cîhanê. Di wê demê de 100 jinên ji 17 dewletan beşdarî konferasê bûbûn û li ser pêşniyarê erê kir. Ji wê demê ve 8’ê Adarê veguher sembola têkoşîna jinan û bû boneyek jinên li tevahî cîhanê pê pîroz dikin.

Cara yekemîn bi vê rojê di 1911’an de li Austria, Denmark, Almanya Switzerland hat pîrozkirin. Lê civakan li gorî nêrîn û çandên xwe ew roj pîroz kir, hinan nirx û wateyeke rastîn da vê rojê, hina jî ev roj kir betlaneyeke fermî ku nirx û rola jinan a aktîf di bandorkirina civakê de bi bîr bixe. Gelo çawa cîhanê bi vê rojê pîroz kir û diyardeyên pîrozkirinê li hin dewletên cîhanê çawa ye?

LI MISIRÊ PÊŞANGEH Û MÛZEXANE HATIN VEKIRIN Û LIDARXISTIN

Misirê jî bi rêya panel, pêşangeh û mûzexaneyên hunerî ku rola jina misirî di pêşxistina civakê de ji kevn heta niha de nîşan dide ev roj pîroz kir. Her wiha Misirê Dar Obera vekir, pêşangehek bi sernavê "Hiye" anku jin, ku tê de 32 tabloyên hunerî yên li ser jinan û rola wê di civakê de vekir, her wiha ev pêşangeh ji 8’ê Adarê de hat vekirin û dê heta 12’yê Adarê dewam bike.

Li kêlek wê jî mûzexaneyên misirî bi dîroka jinê pîroz kir, ew yek jî bi rêya balkişandina li ser rola çend jinên ku asta civakê bi pêş xistine, mîna şahbaû û prenses (xwedawend). Ew xwedawendên ku berê li Misira kevin dihat pîrozkirin, her wiha jinên mîna emîra Sheoh Kar, şahbanû Hatshepsut, xwedawend Hathor, çalakgera jin Huda Şeirawî û hwd.

LI IRAQÊ JÎ PÎROZBAHIYÊN CUDA

Li Iraqê jî jinan rêbazeke din bi kar anîn ku bi Roja Jinan a Cîhanê pîroz bikin. Bi wê re jinan ev bone weke diyarkirina azarên xwe bi rêya protestoyan bi kar anîn ku têkoşîna jinên iraqî ya ji bo standina mafên xwe, berdewam bikin.

TUNIS...PROJEYA "PÊŞENGAN"

Tunisê jî bi boneya pîrozkirina Roja Jinan a Cîhanê ragihand ku bi rêya Wezareta Jinan a Tunisê dest bi projeya xurtkirina aboriya "pêşengan" kir. Armanca wê projeyê siyaseteke giştî belav bike ku aboriyê xurt bike û girseya jinan di mecala aboriyê, pêşengtiya xebatan û karê li ser nûjenkirina projeyên jinan de xurt bike.

BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ...AZADIYA CIVAKÊ JI AZADIYA JINÊ YE

Li Sûriyê, bi taybet jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jinan roja xwe ya cîhanê bi rihê têkoşîna "Şoreşa 19’ê Tîrmehê" ku bi şoreşê jinan tê naskirin pîroz kir. Ji ber ku jinan destanên dîrokî li hember çeteyên DAIŞ’ê, gef û êrişên wan ên li dijî herêmê nivîsandin ku bi wê re jin bûne sembola qehremantiyê. Her wiha jinan bi rêya şoreşê rola xwe ya pêşeng di guhertina civakê de li hember zihniyeta baviksalariyê û hêzên kapîtalîzmê ku hewl didin nasnameya wê biçewisînin û mafên wê têk bibin, pêk anî.

Digel azarên li ser herêmê, ji siyasetên dewleta Tirk a dagirker bigire heta bi gefên çeteyên DAIŞ’ê li ser herêmê û bandorên krîza Sûriyê ku dikeve sala xwe ya 11’emîn Roja Jinan a Cîhanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi diruşma "Em bi hev re şoreşa xwe biparêzin û xaka xwe rizgar bikin" wateyeke eşkere ya hevgirtina civak û jinan li hember van hemû astengiyên li dijî herêmê nîşan da.

Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev roj bi rêbazên cuda pêşwazkirin, her wiha ew roja bi panel, pêşangehên hunerî, şahiyên stranan an jî toranên leşkerî hate pêşwazîkirin. Li kêlek wê jî jinên her pêkhateyekê ji Ereb, Çeçen, Êzidî, Kurd, Ermen cilên xwe yên taybet li xwe kirin.

DEWLETÊN YEKBÛYÎ YÊN AMERÎKAYÊ

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî roja jinan ne betlaneyeke fermî ye, lê belê meha Adarê bi giştî ji bo naskirina bi rola jinan di civakê de û balkişandina li ser rola wê ya dîrokê de hate nîşandan. Ev meh bi meha "Dîroka jinan " tê naskirin.

LI TIRKIYÊ, RUXMÎ ASTENGIYÊN HIKUMETÊ ÇALAKÎ HATIN LIDARXISTIN

Li Tirkiyê, bi taybet li paytexta Enqereyê, çalakiyên Roja Jinan a Cîhanê bi diruşma "Bijî 8’ê Adarê li dijî zihniyeta baviksalariyê û dewletê, li dijî krîz û xizantiyê" hatin destpêkirin. Bi hezaran jin berê xwe da qada Cadeya Sakarya û pankatên "Jin şer naxwazin" û"Bijî têkoşîna jinan" berz kirin.

Jinan bendikên fûşî, kesk, sor û zer xistin destên xwe û stran gotin. Lê polîsan nehişt jinên çalakger derbasî qadê bibin û di destê wan de wêneyên çalakgerên hatin qetilkirin mîna Gerîba Gezer û Denîz Poyraz û girtiyên siyasî hene. polîsan bêyî sedem wêne birin.

JI BO PARASTINA MAFÊN XWE.. JIN LI KOLANÊN PAKISTANÊ XWEPÊŞANDAN LI DAR XIST  

Li Pakistanê, meşên 8`ê Adarê cara yekem di 2018`an de di civakekê ku girtî de ye tên lidarxistin, lê bi coş ew roj nayê pêşwazkirin. Bi hezeran jin li bajarên Pakistanê yên mezin weke Îsalmabad, Kiraşî û Lahor kom bûn û binpêkirinên li dijî jinan û hesabxwestina sûcdaran hatin şermezarkirin, lê ew çalakî digel hebûna polîsan bi rewşa hêdî derbas bû.

RÛSYA JINÊ BI MÎMOZA Û LALEYAN PÎROZ DIKE

Moskova 8`ê Adarê li welêt wek betlaneya fermî qebûl dike û beriya wê bi çend rojan dest bi pîrozbahiyan dike. Nexasim di sazî, şîrket, navend û dibistanên ku beriya cejnê çalakiyên cûrbecûr li dar dixin. Ev jî ji bo pîrozkirina karkerên jin di saziyan de. Lê divê karmend an jî karkerên mêr diyariyan ji hevalên xwe yên jin re bikirin û pêşkêşî wan bikin.

Di kevneşopiya li Rûsyayê de ku di vê rojê de mêr bi taybetî kulîlkên "mîmoza" an "lale" digel çîkolata an qutiyek şêranî pêşkêş dike. 

Li Çînê di sala 1922`yan de cara yekem Roja Jinan a Cîhanê hat pîrozkirin. Hikumeta Çînê ji ber alîkariya wan a "fedakar" ji bo malbat, civak û welatê wê spasiya jinan dike û nîv rojê ji 8`ê Adarê didin jinan.

ERMENISTAN

Ermenistan Roja Jinan a Cîhanê wek cejneke neteweyî digre dest û li welat b