ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-03-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-03-2022
7 adar, 2022   00:00

- Rûspiyên eşîrên El-Nasra û El-Wehib ên li Tebqayê îşaret bi girîngyia xurttkirina çanda xweparastinê kir û got: "Li dijî hemû gefxwarinên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê xweparastin mertala xurt e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rengîn Îbrahîm a ji Efrînê şahida sûcên dermirovî ye ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî pêk tîne û diyar dike ku mayîna wê ya 4 mehan di bin dagirkeriyê de mîna 14 salan bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mecisla Girê Spî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî mîrateya şaristanî û çandî ya kantona dagirkirî belge kir û bang li rêxistinên peywendîdar kir ku fişarê li dewleta Tirk bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker provakasyon û hewldanên xwe yên derxistina aloziyan dewam dike û got: "Piştî 11 salan ji şer, em di pêvajoyekê de ne ku pêwîstiya her kesî bi çareseriyên aştiyane hene." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Li gundê Girzîro yê Dêrikê şahiya 8'ê Adarê tê lidarxistin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Platforma çalakiyên hevbeş ên tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajar û navçeyên kantona Qamişlo, dikên pîrozbahiya 8'ê Adarê dixemilînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li Tebqayê pîrozbahiya Roja Jinan a Cîhanê li bajarê Werzîşê tê lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Platforma çalakiyên hevbeş ên tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li Hesekê, Til Temir û Şedadê, semîner, şahî û meşan li dar dixe, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakger, siyasetmedar û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: " Bi rêxistin, perwerde û hevgirtinê em ê dawî li dagirkerî, qirkirin û faşîzm û kapîtalîstê bînin û azadiya civakê misoger bikin." Her wiha banga hevgirtinê li tevahî jinên cîhanê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Komîteya Rêveberiya Dibistanan a Girkê Legê ya kantona Qamişlo pêşangeheke wêneyan li saziya perwerdeyê ya li navçeyê vedike, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Li bajarê Siweydayê xwepêşandanên gel berdewam dikin, hikumeta Şamê li şûna bersiva daxwazên gel bide, hewl dide xwepêşandan têk bibe û wê ji rêya wê ya rast derxîne. Siyasetmedarekî sûrî dibêje çareserî di damezirandina rêveberiyeke nenavendî de ye ku mafên tevahî sûriyayan misoger bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

-Lêkolînerê sûrî Dr. Ehmed El-Dirzî da zanîn ku gelek axaftina di vê dawiyê de hatin kirin dewleta Tirk çeteyên sûrî û biyanî li beramber pereyekî mezin bi çek dikin ku bişînin Ukrayna ku li hember Rûsya şer bikin. Girêdayî mijarê Serokê Rêxistina Kurdên Bêsînor Kadar Pîrî anî ziman ku dewleta Tirk bi awayekî veşartî çeteyan dişîne da ku hevsengiya têkiliyên xwe bi Rûsya û rojavayan re biparêze. (BI WÊNE).

ANHA