Îsraîlê derdora Şamê bombebaran kir: 2 sivîl hatin kuştin

Li gorî dezgehên ragihandinê yên girêdayî hikumeta Şamê, vê sibê artêşa Îsraîlê derdora Şamê kir hedef û di encamê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Îsraîlê derdora Şamê bombebaran kir: 2 sivîl hatin kuştin
7 adar, 2022   07:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibê artêşa Îsraîlê hin nuqteyên li herêma başûrê Sûriyê kir armanc. Dezgehên girêdayî hikumeta Şamê ku agahiyên xwe dispêrin çavkaniyeke leşkerî, da zanîn ku derdora saet 5’ê vê sibê, artêşa Îsraîlê hin nuqteyên derdora bajarê Şamê kirin armanc û 2 sivîlan jiyana xwe ji dest daye.

24`ê meha derbasbûyî di encama êrişên artêşa Îsraîlê yên li dijî hin nuqteyên derdora Şamê de 3 leşker hatin kuştin.

Di meha Sibatê de jî artêşa Îsraîlê 4 caran nuqteyên leşkerî kirin armanc, her dawî jî 24`ê Sibatê bû ku 3 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin.

(eh)