"Ê ku bihîstiye ne wekî yê dîtiye"

Rengîn Îbrahîm a ji Efrînê şahida sûcên dermirovî ye ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî pêk tîne, dibêje: "Efrîn kirin dojeh.''

"Ê ku bihîstiye ne wekî yê dîtiye"
7 adar, 2022   01:30
HELEB – NESRÎN ŞÊXO

Dewleta Tirk di encamên êrişên hovane de ku hemû cure çekên giran û balafirên şerê bi kar anîn, di 18'ê Adara 2018'an de kantona Efrînê dagir kir û bi hezaran şêniyên wê koçber kir. Piştî dagirkirinê jî sûcên qetilkirin, revandin, êşkencekirin, talankirin, qirkrina xwezayê, xirabkirina cihên pîroz û guhertina demografî pêk anîn ku heta niha didomîne.

Jina bi navê Rengîn Îbrahîm ji Efrînê ye, piştî 4 mehan ji dagirkirinê neçar dimîne ku ji ber sûcên dagirkeran ji Efrînê derkeve û xwe bispêre herêmeke ewle. Rengîn Îbrahîm dibêje ji ber sûcên ku bi çavê xwe dîtiye 4 meh mîna 14 salan bû.

'TIŞTA KU ME DÎT, MIROV TEHEMUL NAKE BIBÎNE'

Rengîn Îbrahîm diyar dike ku xwesûya wê nexweş bû, nikarî bimeşe, ji ber vê yekê nikarîbûn bi destpêka êrişên re ji Efrînê derkevin û wiha tîne ziman: "Xwesûya min 90 salî ye, tu erebeyên me tune bûn ku pê derkevin, ji ber vê yekê em asê man. Tişta ku me dît mirov tehemul nake bibîne."

Rengîn Îbrahîm nedixwest bûyerên bi êş parve bike û dibêje : "Hemû bûyer û kêliyên ku me di dema êrişan û piştî dagirkirinê dîtine ji bîra min naçin, her ku tên bîra min min diêşînin. Yên ku binpêkirinên dagirkeran bi çavê xwe dîtine ne wekî yên ku bihîstine. Ne biçûk û ne jî mezin, ne kevir û ne jî dar ji binpêkirinan filitîn."

Rengîn Îbrahîm tîne ziman ku koçberiya beriya dagirkirina û rûbirûbûna hin astengiyan li ser rêyên ji dîtina sûcan hêsantir e.

'BAJAR NEMA WEKÎ XWE YE'

Rengîn diyar dike ku dagirkeran mala wê wêran kir, dema ku vedigere gund li mala birayê xwe rûdinê û wiha didomîne: "Ruxmî ku vegeriyam gundê xwe û mala xwe, lê min xerîbî hîs kir. Ji ber hovîtiya dijmin wêraniyeke mezin bi gund bû, bajar bûye mîna yê hovane. Lawir jî ji êrişên wan nefilitîn."

Dema ku Rengîn diçe mala birayê xwe, komên çete wê asteng dikin û pirsan jê dikin. Rengîn dibêje: "Mîna ku mal û milkê wan in. Xwesûya min a nexweş bersiva wan da û got, hesab bikin ku em mêvanên wan in, destûr bidim me ku em li mala xwe bi cih bibin."

'ÎDIAYA ÎSLAMÊ DIKIN, LÊ RÊGEZÊN WÊ BINPÊ DIKIN'

Rengîn Îbrahîm bi domdarî dibêje: "Dema ku gundê me dagir kirin, 'Allahu Ekbar' qîr dikirin. Wê demê min biryar da ku agir berdim bedena xwe û nekevin destê wan. Lê hevjînê min û birayê min nehiştin. Îdiaya îslamê dikin, lê mirovan qetil dikin, direvînin û îşkence li wan dikin. Dema min nimêja wan dît ecêb mam. Gelo ma îslam banga van sûcan dike? Ma xwedê û pêxember wisa xwestine? Kiryarên wan wêneya îslama rast xira dikin."

'EM 5 ROJAN BÊ XWARİN Û VEXWARİN MAN'

Piştî dagirkirinê rewşa kantona hilweşiya û jiyan tevizî, Rengîn Îbrahîm dibêje: "4 meh mîna 14 salan bû. Mehên giran bûn ku nedihatin tehemulkirin, heta sax bim ji bîr nakim. 5 rojan em bê av û bê xwarin man û me nediwêrîbûn derkevin."

Rengîn Îbrahîm balê dikişîne ser sûcên qetilkirin û revandinê û diyar dike ku di rojekê de 10 kes, di nav de hevala wê ya di komîna jinan de hatin revadin û wiha axivî: "Karê hevala min a di komînê de ji bo xizmeta jinan bû, çeteyan ew revandin û bi erebeyekê ji gund derxistin. Her wiha mêrek ku di mejiyê xwe de nexweş bû qetil kirin. Çete bi diziya mal û milkan mijul bûn, li pêşiya çavê min mala xwişka min talan kirin, min nedikarî tiştekî bikim. Dema ev hemû tên bîra min zimanê min dişkê, mîna ku careke din wan rojan dijîm."

Piştî 4 mehan, Rengîn û du zarokên xwe û hevjînê xwe ji kantonê derdikevin. Di vê derbarê de dibêje: "Dema tu bibibî ku welatê te yê ku tu lê mezin bûye tê dagirkirî dinya li ber çavê te reş dibe. Xwezî min êşa koçberiya bidîta û li rêya çiyayê Ehlam an mirinê de rû bi rûyê keleman mabama, bila min binpêkirinên çeteyan ên li gund nedîtiba."

Rengîn Îbrahîm di dawiyê de bang li rêxistinên mafên mirovan dike ku destwerdanê bikin, sûcên dewleta Tirk ên li Efrînê rawestînin û vî tiştî dibêje: "Çima zulm li me tê kirin? Em mirovên aştîxwaz in, herêma me ewl û bê pirsgirêk bû. Dema ku Tirkiyê derbas bû, kir dojeh."

ANHA