​​​​​​​Li Şamê di encama şewatekê de 7 kes mirin

Li Şamê agir bi navendeke bazirgeniyê ket û di encama şewatê de 7 kesan jiyana xwe ji dest da.

​​​​​​​Li Şamê di encama şewatekê de 7 kes mirin
1 adar, 2022   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa SANA`yê agir bi avahiya Mol Lamîrada ya li kolana Hemra ya Şamê ketiye û di encamê de 7 kes mirine.

Serokê beşa destwerdana lezgîn a Nexweşxaneya Muctehîd a li Şamê Dr. Mihemed Ebû Rîş got: “Heta niha 7 cenazeyên ku bi temamî şewitîne, gihaştin nexweşxaneyê. Nasnameyên wan nehatin zanîn û niha di morgê de ne da ku piştre test ji wan re bên çêkirin û nasnameyên wan bên naskirin.”

Heta niha sedema şewatê nayê zanîn.

(şx)