Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo ku muwekîlê xwe bibînin, serî li dozgeriyê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
1 adar, 2022   09:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo ku muwekîlê xwe bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da.

Ji 25'ê Adara 2021'an ve ji rêber Abdullah Ocalan agahî nayê girtin.