​​​​​​​HPC-Jin li Kobanê daxuyaniyek da

Hêzên Parastina Civakî ya Jin (HPC-Jin) li Qada Jina Azad a Kobanê têkildarî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan  daxuyaniyek da û got “Pergala Îmraliyê pergala îşkenceyê ye, divê bê hilweşandin û gelê me û mirovên demokrat û aştîxwaz divê li hember vî sûcê dermirovî helwesta xwe nîşan bidin û bê deng nemînin.”

​​​​​​​HPC-Jin li Kobanê daxuyaniyek da
1 adar, 2022   10:03
KOBANÊ

Daxuyanî ji aliyê endama HPC-Jin Nûrcan Teyfûr ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Rêber Apo di 15’ê Sibata 1999’an de bi rêya komployeke navneteweyî dîl hate girtin û radestî dewleta Tirk a faşîst hat kirin.”

Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin: “Zindana Îmraliyê wek pergalake hovane û bêhiqûqî hatiye avakirin. Avakarên vê pergalê hêzên hegemon a navneteweyî ne. Rêber Apo hevdîtin bi parêzerê xwe re hevdîtin nekirine, bi sedan caran serlêdanên parêzeran bi hincetên derew û vala hatine redkirin, her wiha mafê hevdîtina malbatê jî hatiye astengkirin.

Pergala Îmraliyê pergala îşkenceyê ye, divê bê hilweşandin û gelê me û mirovên demokrat û aştîxwaz divê li hember vî sûcê dermirovî helwesta xwe nîşan bidin û bê deng nemînin.”

Di dawiyê de jî hate gotin: "23 sal e sûcê dermirovî li dijî rêber Apo tê meşandin. Êdî divê bi dawî bibe. Rêber Apo rêya azadiyê nîşanî mirovahiyê dide. Em wek endamên Hêzê Parastina Civakî dibêjin em êdî vî sûcê dermirovî qebûl nakin.”