​​​​​​​Pîştî şerê li Ukraynayê li bazarên Şamê zeyt peyda nabe

Piştî destwerdana Rûsyayê ya li ser Ukraynayê, gelek madeyên xwarinê, bi taybet zeyt, biha bûn. Li gundewarên Şamê zeyt êdî di dikanan de nayê peydakirin, bazirgan li bendê ne ku biha bibe.

​​​​​​​Pîştî şerê li Ukraynayê li bazarên Şamê zeyt peyda nabe
1 adar, 2022   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Qasyon ku agahiyên xwe dispêre gelek çavkaniyên xwecih, ragihand ku zeyt di sûkên Şamê de nemaye. Xwediyên dikanan diyar kir ku ji ber ku şîrketên zeytê ji derve tînin, li bendê ne ku zeyt biha bibe, bi taybet piştî destpêkirina destwerdana Rûsyayê ya li ser Ukraynayê.

Piştî destpêkirina destwerdanê di 2 rojên derbasbûyî de nirxên madeyan di sûkan de biha bûn.

(şx)