​​​​​​​Li Tebqayê 2 bazirganên narkotîkê hatin girtin

Li Tebqayê Hêzên Ewlekariya Hundirîn 2 bazirganên narkotîkê girtin.

​​​​​​​Li Tebqayê 2 bazirganên narkotîkê hatin girtin
​​​​​​​Li Tebqayê 2 bazirganên narkotîkê hatin girtin
​​​​​​​Li Tebqayê 2 bazirganên narkotîkê hatin girtin
1 adar, 2022   09:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpara xwe ya fermî têkildarî mijarê ev agahî parve kir: “Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcan duh li bajarokê Mensûra yê Tebqayê 2 bazirganên narkotîkê girtin.”

Xebatên hêzên me ji bo şopandina kiryarên neqanûnî û yên li dijî ewlehiyê berdewam in. Piştî berhevkirina delîlan, her du kes di kemînekê de hatin girtin û bi wan re gelek made hene; 8.75 gram H-Boss, 3 hebên Tramadol û Biogablin, 4 nargîleyên H-Boss, 4 madeyên ji bo bikaranîna H-Boss, 250 dolarên sexte.”

Li gorî malperê her du kes di lêpirsînê de li xwe mikur hatine ku bazirganiya narkotîkê dikin.

Piştî bidawîbûna lêpirsînê her du kes veguhastin Serdozgeriya Giştî.

(şx)

ANHA