‘Şoreşa 19`ê Tîrmehê derfet da parastina ziman û çandan’

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku ziman nasname û hebûn e û got Şoreşa 19’ê Tîrmehê derfet da gelên herêmê da ku ziman û çanda xwe biparêzin.

‘Şoreşa 19`ê Tîrmehê derfet da parastina ziman û çandan’
23 sibat, 2022   00:39
HESEKÊ – MEHMÛD IBÊD

Pîrozkirina 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ne pir kevn e. Cara ewilî li Bengladeşê çêbû. Piştî wê di sala 1999`an de ji aliyê konferansa giştî ya UNESCO`yê ve hat erêkirin. Bi vê yekê tevahî cîhanê ev roj wek Roja Zimanê Dayikê pîroz kir.

Li gorî UNESCO`yê pirrengiya zimanî di bin xetereyeke giran de ye. Ji sedî 40 ji gelên cîhanê bi zimanekê diaxivin yan jî fêm dikin.

Tiştê herî zêde gefan li ser zimanên li Rojhilata Navîn çêdike, dewletên neteweperest in ku bi rêbazên neteweperest zimanekî ferz dike û ji bo bişaftina gelan dixebitin.

Berovajî vê yekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şoreşa 19`ê Tîrmehê, derfeteke mezin ji gelan re peyda kir ku mafên xwe bi kar bînin û çanda xwe bi pêş bixin. Di vê şoreşê de, zimanê her pêkhateyekê di dibistan û zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bû zimanekî fermî.

Rewşenbîr û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê got Şoreşa 19`ê Tîrmenê derfet da wan ku armancên xwe di parastina zimanên dayikê de pêk bînin.

Hîba Asya ku ji pêkhateya Suryanî ye, diyar kir ku zimanê dayikê beşeke nasnameya kesayetî, çandî, civakî ye û parastina ziman tê wateya parastina nasname, kelepûr û çandê.

Asya got zimanê suryankî zimanekî dewlemend e, lê wekî zimanên din hate paşguhkirin û ji ber wê jî hema hema ber bi tunebûnê ve diçe.

Her wiha Hîba Asya destnîşan kir ku piştî Şoreşa 19`ê Tîrmehê rewş ber bi başiyê ve çû û dibistanên taybet ên zimanê wan vebûn.

Firyal Ehmed ku ji pêkhateya Kurd e, behsa şoreşa ziman û pêşketina wê kir û wiha anî ziman: "Ji ber ku jinan rêbaza bilêvkirin û axaftinê bi zarokên xwe re afirand. Ji vir gotina zimanê dayikê hat.”

Her wiha endama Meclisa Rêveber a Yekitiya Jinên Suryanî Rîma Merşo piştrast kir ku ziman bingha dan û standin û diyaloga di navbera kes û civakan de ye û diyar kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi zimanên hemû pêkhateyan diaxivin û ev yek nîşaneya girêdana civakan û qebûlkirina çandin din e.

Şoreşa 19`ê Tîrmehê ya 2012’an ev girêdan bi rêya qanûnan xurttir kir. Ji ber vê yekê jî bû şoreşeke gel a demokratîk.

(bx)

ANHA