Li Til Temirê 23 şehîdên meha Sibatê hatin bibîranîn

Li Til Temirê bi amadebûna hemû pêkhateyan, 23 şehîdên meha Sibata 2015'an a bersivdayîna êrişên çeteyên DAIŞ'ê hatin bi bîranîn.

22 sibat, 2022   18:56
HESEKÊ

Sibe, 23’yê Sibatê salvegera 7’an a êrişa DAIŞ’ê yên li ser Til Temir û gundewarên wê yên Xabûr ê ku tê de asûrî hene. Bi vê wesîleyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Asûrî merasîma bîranîna şehîdan li navenda meclisê li dar xist. Bi dehan nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û têkiliyên Meclisa Leşkerî ya Til Temir û pêkhateyên herêmê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûvre Boghos Ishaya ayin xwendin.

Endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Asûrî Cemîle Kako bixêrhatina beşdaran kir ku û sersaxiya malbatên şehîdan kir û tevahî şehîdên komkujiya DAIŞ’ê bi bîr anîn û wiha got: "Bi saya hevgirtina gelên herêmê û têkoşîna şervanên QSD’ê herêm ji tarîtiya DAIŞ’ê rizgar bû."

Li aliyekî din jî li ser navê Partiya Asûrî ya Demokratîk endama rêveber a partiyê, Asûr Îshaq axivî û wiha got: "Êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya sala 2015’an ali ser gundên gelê me bi hewldana qirkirinê bû. 7 sal derbas bûn û hîna ev komkujî di bîra gelê me yê asûrî de ye. Ev komkujî ji rêzekomkujiyên bi destê osmaniyan ên li deşta Nînewa ye."

Îshaq wiha domand: "Di wê rojê de neteweya asûrî rastî zirarên mezin hatin. Ev yek jî berê hatibûn plankirin û gelek aliyên herêmî û navneteweyî di êrişên li dijî gelê me de beşdar bûn."

Piştre li ser navê PYD’ê endamê rêveber Idrîs Nemo şehîdên herêmê di salvegera wan a 7’an de bi bîr anî û wiha got: "Ev roj ji rojên bi êş in. Ev êş nayên jibîrkirin. Bi saya fedekariyên van şehîdan em îro bi ewle û aştî dijîn."

Nemo wiha domand: "Hevgirtina me peyamek eşkere ji cîhanê re ye ku em li ser rêya şehîdan bimeşin heta ku armancên wan pêk werin."

Her wiha li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, endamê rêveber ê Selman Nûhî û wiha got: "Ne ji van şehîdan bûya, em îro ne li vir bûn, ne ji şervanên li eniyên şer bûya em îro ne di ewlehî û aştiyê de bûn. Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn soz didin gelê ku em ê heta dawî parastina gelê xwe bikin, dev ji xak û destkeftiyên şehîd û gelê xwe bernadin."

Merasîma bîranînê bi pêşxistina mûman li pêş avahiya meclisê bi dawî bû.

(fr)

ANHA