Li Zanîngeha Akdenizê li dijî xwendekarên Kurd êrişa nîjadperestî

Li Zanîngeha Akdenîzê ya Antalyayê komeke nîjadperestan êrişî 3 xwendekarên Kurd kir.

Li Zanîngeha Akdenizê li dijî xwendekarên Kurd êrişa nîjadperestî
22 sibat, 2022   17:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Kampusa Zanîngeha Akdenîzê komeke nijadperest (30 kes) êriş bir ser 3 xwendekarên Kurd. Xwendekar Botan Artûç û Feyzî Akan rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tibî ya Zanîngeha Akdenîzê û Hatîce Tong jî rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Ataturkê.

Hat diyarkirin ku xwendekarên birîndar hê jî tên dermankirin û koma nijadperest ji sibehê ve li nav kampusê bela xwe di xwendekarên Kurd de dide.