‛Bersiva herî xurt a li hemberî şerê taybet belavkirina zanabûnê di nava civakê ye'

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê Ehmed El-Yûsif da zanîn ku li hember şerê taybet ê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê civak xwe bi çeka zanabûnê xurt bike.

‛Bersiva herî xurt a li hemberî şerê taybet belavkirina zanabûnê di nava civakê ye'
23 sibat, 2022   02:37
MINBIC-EHMED QERACA

Gelek alî dijbertiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin û hewl didin şerê taybet û fitneyê di nava civakê de belav dikin, exlaqê wê parçe dikin û gendeliyê bi taybet di nava ciwanan de belav dikin.

Li ser vê yekê Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê Ehmed El-Yûsif got: "Herêm di pêvajoyeke hestiyar û dijwar re derbas dibe, gel di rewşên aborî û debarê yên zehmet re derbas dibe. Li aliyekî din jî herêm ji hemû aliyan rastî êrişan tê, şerên derûnî û taybet li dijî herêmên me tên meşandin ku bi ewlehî û îstîqrara wê bilîzin."

El-Yûsif wiha domand: "Ji ber rewşên aborî û şerê taybet ên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser di vê dawiyê de diyardeyên neyênî di nava ciwanan de derbas bûn, mîna hişbir, sûc û hin sûcên derexlaqî. Sedema van jî valahiya fikirî, îdeolojî, belavkirina fitne û tirsê di nava civakê de ye."

El-Yûsif da zanîn ku li hemberî şerê derûnî zanabûneke mezin a gel pêwîst e û wiha pê de çû: " Ji ber ku hin alî hewl didin Rêveberiya Xweser têk bibin û diyardeyên neyênî di nava civakê de belav bikin."

El-Yûsif eşkere kir ku Rêveberiya Xweser xebat dike ku pêkhate û etnîkên li herêmê hevgirtî û yek bin da ku li hemberî hemû hewldana jihevxistina civakê bisekinin.

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê em ciwanên xwe bi zanabûnê bi çek bikin û ji zarokên xwe haydar bin da ku nekevin pey hişbir û kiryarên xerabkirinê yên din. Zanabûn rêbaza bingehîn a têkoşîna li hember van diyarde û êrişan e. Ji ber ku em  bi xwe malbat û civaka xwe ava dikin."

(fr)

ANHA