Mûsena Ebdulkerîm: Divê hikumeta Şamê guh bide xwestekên şêniyên Siwedayê

Endamê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê Musena Ebdulkerîm destnîşan kir ku daxwazên gelê Siweydayê rast in û divê hikumeta Şamê li wan guhdar bike. Musena Ebdulkerîm wiha got, sedema aloziya Sûriyê girêdana hikumeta Şamê bi hişmendiya xwe ya şofînîst û dogmatîk e.

Mûsena Ebdulkerîm: Divê hikumeta Şamê guh bide xwestekên şêniyên Siwedayê
22 sibat, 2022   02:28
TEBQA – SELAM KÊRWAN

Li bajarê Siweydayê li ber zextên aborî, civakî, debarê, her wiha ji ber gendelî û paşguhkirina daxwazên wan ji aliyê hikumeta Şamê ve, gel di nava çalakiyan de ye.

Di vê çarçoveyê de endamê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê Mûsena Ebdulkerîm ji ANHA`yê re axivî û diyar kir ku tevger û xwepêşdanên şêniyên Siweydayê encamên zextan in .

Mûsena wiha domand: "Hikumeta Şamê hewl da vê tevgerê têk bibe. Tiştekî nû tune bû. Wekî her carê hikumeta Şamê sewqiyatên leşkerî şand da ku tevgera gel a li Siweydayê tune bike û armanca wan ji vê yekê ku wan bitrsîne."

Ebdulkerîm destnîşan kir ku şandina sewqiyatên leşkerî ber bi Siwedayî ve gel netirsand, lê gel tevgera xwe berdewam kir, tevî ku du rojan hate rawestandin, lê ji Îna borî ve dewam kir.

Ebdulkerîm diyar kir ku daxwazn şêniyên daxwazên rast in, nexasim piştî ku projeya neteweya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dîtin û dîtin ku nenavendbûn çareseriya yekane û baştirîn ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyê û hemû dozên Rojhilata Navîn e.

Mûsena Ebdulkerîm da zanîn aloziya Sûriyê gelek pirsgirêk li ser asta aştiya navxweyî, aborî, civakî û hemû astan bi xwe re anîn.

Ebdulkerîm îşaret pê kir tevgera gel a li Siwedayê li xweşiya hikumeta Şamê ya xwedî zihniyeta şofînîst û dogmatîk nehat, ji ber vê yekê jî mijarên pêkanîna projeyê, pîvan û armancên neteweya demokratîk, Rêveberiya Xweser û jiyana hevbeş qebûl nekir.

Mûsena Ebdulkerîm got: "Divê hikumeta Sûriyê guh bide daxwazên şêniyên Siweydayê. Dev ji hişmendiya kevn berde ku aloziya Sûriyê çareser nekir û nake û bû sedem ku aloziya Sûriyê dirêj bibe."

Endamê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê Mûsena Ebdulkerîm bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Em di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de destekê didin daxwazin şêniyên xwe li Siweydayê û tevgera wan a gel. Divê hikumeta Şamê zanibe ku baştirîn  û yekane çareserî ji aloziya Sûriyê re diyaloga sûrî – sûrî û pêkanîna pîvan û projeya neteweya demokratîk e."

(bx)

ANHA