Pûtîn serxwebûna komarên Lugansk û Donetsk ji Ûkraynayê nas kir

Serokê dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn serxwebûna komarên Donetsk û Luganskê ji Ûkraynayê nas kir.

Pûtîn serxwebûna komarên Lugansk û Donetsk ji Ûkraynayê nas kir
21 sibat, 2022   20:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê dewleta Rûsyayê di kongreyeke çapemeniyê de got, damezrênerê Ûkraynayê Vladimir Lenin û Bolşevîkan gelek tawîz dane neteweperestan. Her wiha anî ziman ku Ûkrayna ya nûjen li ser hesabê erdên Rûsyayê yên dîrokî hatiye avakirin û Bolşevîkan bi hêzê Donbass bi Ûkraynayê re kirine yek.

Pûtîn got "Tevî xapandin û talana Rûsyayê jî gelê me piştî hilweşîna Yekitiya Sovyetê hemû welat nas kir."

Pûtîn got, beşdarbûna Ûkraynayê di NATO'yê de rasterast ji bo Rûsyayê metirsiyek e û NATO Rûsyayê dijminê xwe yê sereke dibîne û Ûkrayna jî dê wek pirekê ji bo êrişkirina wê bike.

Hefteya borî berpirsên amerîkî ji Rêxistina Ewlekarî û Hevkarîyê ya Ewropayê re gotibûn ku Moskova 190 hezar leşker li nêzî wê li Ûkraynayê bicîh kirine.

CBS News'ê jî ragihand ku  ku gel Amerîka agahiyên îstîxbaratî hene ku fermandarên Rûsî fermana êrişê wergirtin û niha planên şer ên taybet li ser çawaniya êrişê datînin.