​​​​​​​‛Tirkiye dê li pêş çareseriyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bibe astengî’

Nivîskar û rojnameger Rewşen Qasim da zanîn ku tu kes nikare bersiva pirsa 'dahatên herêma Başûrê Kurdistanê bi ku ve diçin?' bide û got heke dosyaya petrol û gazê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de neyê çareserkirin, dê rewş ber bi rageşiyê ve biçe.

​​​​​​​‛Tirkiye dê li pêş çareseriyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bibe astengî’
22 sibat, 2022   09:27
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Nivîskar û rojnameger Rewşen Qasim diyar kir ku dewleta Tirk dê li pêşiya her lihevkirin an jî çareseriyeke têkildarî petrol û gazê di navbera Hewlêr û Bexdayê de bibe astengî.

Dadgeha Federal a Bilind a Iraqê di 15’ê Sibatê de biryareke da ku qanûna petrol û gazê ya li herêma Başûrê Kurdistanê ku di 2007’an de derketiye, ne qanûnî ye û ne li gorî destûra Iraqê ye. Bi vê biryarê re nakokiyên her du aliyan derketin pêş.

Biryara dadgehê piştî 2 giliyên di 2012’yan û 2019’an de hate dayîn. Yek ji wan giliyan ê wezîrê petrolê yê hikumeta navendî ye. Dadgehê jî da zanîn ku peymanên têkildarî lêkolînkirin, derxistin, hinardekirin û firotina petrolê ku hikumeta Herêma Kurdistanê bi şîrketên petrolê yan jî bi alî û dewletên biyanî re îmze kirine, tên betalkirin. Her wiha ji Wezareta Petrolê xwest ku hemû peymanên hikumeta herêma Kurdistanê yên ku bi şîrketên petrol û gazê re îmze kirine, lêkolîn bike.

Hikumeta herêma Kurdistanê bi awayekî aktîf di 2012’yan de dest bi hinardekirina petrola xav ji bîrên petrolê yên herêmê ber bi dewleta Tirk ve kir ku wê parzûn bikin. Dewleta Tirk jî ragihand ku wê ji sûkên cîhanê yên petrolê ku çavkaniya wê herêma Kurdistanê petrol wergirtiye. Di Hezîrana 2014’an de Nêçîrvan Barzanî di parlamentoya Kurdistanê de eşkere kir ku wan peyman têkildarî enerjiyê ji bo 50 salan bi dewleta Tirk re îmze kiriye. Heke pêwîstî pê çêbû dê dema wê dirêj bikin. Bexdayê jî rola ku dewleta Tirk dilîze, rexne kir.

Li gorî peymana petrolê ya hevbeş a di navera herêma Kurdistanê û dewleta Tirk de, Başûrê Kurdistanê bi rêya xetên nû yên boriyan dest bi hinardekirina petrola xav ji beravên dewleta Tirk ên li ser Deryaya Spî re kir. Rêjeya derbaskirinê bi rêya xeta boriyan ji berava Ceyhan a Tirkiyê re rojane 300 hezar bermîl e. Her wiha wezîrê enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz di wê demê de got derbaskirina petrolê ji herêmê dê zêde bibe û bi awayekî rojane bigihîne 400 hezar bermîlan.

SEDEMA DEMA DAYÎNA VÊ BIRYARÊ ÇI YE?

Nivîskar û rojnamevan Rewşen Qasim dema biryara dawîn a Dadgeha Federal a Bilind bi hevdîtina Erdogan û Nêçîrvan Barzanî ve girê da û wiha got: "Ez di wê baweriyê de me ku sedema dayîna vê biryarê ew e ku agahiyên Bexdayê ji niyeta hikumeta herêma Kurdistanê  hene ku gaza xwezayê bide dewleta Tirk û axaftina Erdogan ku welê wî dê gaz ji Iraqê wergire. Erdogan bi serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî re li ser dayîna gaza xwezayî ji dewleta Tirk re nîqşa kir û Barzanî jî soz da wî ku ew hewl bide vê peymanê pêk bîne."

Rewşen Qasim da zanîn ku peymana di navbera dewleta Tirk û herêma Kurdistanê de li ser kirîza gaze ji herêmê bêyî erêkirina paytexta federal Bexdayê pêk hat, ji lew re Dadgeha Federal a Bilind a Iraqê biyareke da ku qanûna petrol û gaze ya hikumeta herêmê li derveyî destûrê ye û biryar da ku tevahî peymanên girêdayî herêmê lêkolîn bike.

Rewşen Qasim ev tişt anî ziman: "Diyar e ku biryar berteka li hemberî niyeta hikumeta herêmê ye ku dixwaze projeya xwe heta 2025’an berdewam bike. Tê payîn dest bi derbaskirina gazê ji dewleta Tirk re were kirin. Li gorî pisporan, ev tê wateya ku dê lêçûna Iraq û herêmê mezin be, bi taybet di demekê de ku herêma Kurdistan û Iraq hewcedariya bi gazê hene ku kehrebe dabîn û gaza malan û germkirinê dabîn bikin. Ji ber ku li gel vê kêmbûnê nabe ku gazê bide Tirkiyê."

Rewşen Qasim destnîşan kir ku Bexda ji binkeftina vê di nerewakirina qanûna taybet bi petrol û gazê de berpirsartiyeke mezin hildigire û wiha domand: "Li gorî peymana berê ya di navbera hikumeta serokwezîrê berê Nûrî El-Malikî û hikumeta Herêma Kurdistanê de ku di bendeke wê de tê gotin; heke qanûna petrol û gazê di parlamentoya Iraqê de heta 2007’an dernekeve, mafê hikumeta herêma Kurdistanê heye ku peymanên petrolê û gazê bi şîrketan re îmze bike. Lê qanûna petrol û gazê li herêmê ya 22 a sala 2007’an de derket û ji 15 salan li ser vê kar tê kirin."

Rewşen Qasim bal kişand ser madeya 112’yan a destûra Iraqê û ev tişt got: "Di madeyê de tê gotin ku divê rêveberiya hevbeş a di navbera Bexda, herêm û parêzgehan de di nexşekirina siyaseta stratejî a pêşxistina dewlemendiya petrol û teşwîqkirina li ser fînansekirina wê de beşdar bin û mafê Bexdayê tune ye ku daneyên petrol û gazê li welat li ser hesabê herêm û parêzgehên din kontrol bike. Ji ber vê yekê Bexda îro li hember rewakirina qanûna petrol û gazê berpirsiyar e û ew ê bibe çareyek ji dosyaya petrol û gazê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de."

Naveroka madeya 112’yan wiha ye; hikumeta federal petrol û gaza ji bîrên niha tên derxistin bi hikumetên herêm û parêzgehên berhemdar re bi rê ve dibe ku belavkirina dahatên wê bi awayekî adilane li tevahî welat be. Her wiha ji bo herêmên ku ziyan dîtine, divê ji bo demekê parek were veqetandin. Ji ber rejîma berê ew herêm ji parê wan mehrûm kir. Ev jî geşbûna hevsengiya di navbera herêmên li welat de dabîn dike û qanûn bi rêxistin dike. Ya duyemîn jî divê hikumeta federal, hikumetên herêmê û parêzgehên berhemdar bi hev re siyasetên stratejîk ên guncaw xêz bike ku dewlemendiya petrol û gazê bi pêş bixin û bi wê re sûd ji gelê Iraqê re were dayîn. Divê di vê yekê de pişta xwe bidin teknîkên nûjen ên rêgezên sûkan û teşwîqkirina fînansekirinê.

‛TU KES NIZANE KU DAHATÊN PETROLÊ YÊN HERÊMA KURDISTANÊ BI KU VE DIÇIN’

Têkildarî dahatên petrolê  yên herêma Kurdistanê ku salane nêzî 8 milyar dolar in û nîvê wê ji şîrketên petrolê derdixin re diçin Rewşen Qasim ev tişt got: "Tu kes nikare bersiva vê pirsê bide, ji ber ku di dosyayên petrol û gaza herêmê de zelalbûn tune ye, bi taybet ên têkildarî lihevkirinên nepenî yên beşa petrol û gazê û lihevkirina neeşkere ya bi dewleta Tirk re ku bi "peymana nîvê sedsalê" tê nasîn."

Rewşen Qasim eşkere kir ku tu tunebûna qanûna têkiliya di navbera her du hikumetan de li ser rêvebirina vê dosyayê sedema berdewama pirsgirêkên girêdayî birêvebirina dosyaya petrola xaf di navbera herdu aliyan de ye.

Girêdayî bertekên piştî biryara dadgehê de hate eşkerekirin ku berpirsiyariya derxistina petrol û gazê ji hikumeta federal re û belavkirina li parêzgehan li gorî rêjeyan, dê welatiyên Kurd mîqdara dahatên petrolê ku ji herêmê re diçûn binasin û rêbazên lêçûnkirina wê bizanibin, Rewşen Qasim wiha pê de çû: "Ji beer gendeliya di saziyên dewletê de ne tenê welatiyên li herêma Kurdistanê, lê welatiyên iraqî jî îro ji mafên jiyana birûmet mehrûm in. Lê girêdayî dosyaya petrolê, pirsgirêk di rêvebirina dosyaya petrolê li Iraqê de ji pisgirêkên herî girîng li hember hikumeta Iraqê ne û ji dema 2003’yan de ye.  Her wiha nêrîna dijber ji gişeyên cuda de ji naveroka destûrê de li gorî destûra Iraqê ya federal de hene ku di 2005’an de referandoma wê hatiye kirin."

‛BEXDA TAWÎZA LI SER GAZÊ NADE HERÊMA KURDISTANÊ’

Têkildarî bandorên biryara Dadgeha Federal a Bilind a Iraqê ya li ser rewşên aborî û siyasî yên li herêma Kurdistanê, Rewşen Qasim ev titş anî ziman: "Li gorî lêkolîna navenda lêkolînên amerîkî ya Rojhilata Navîn, rewşa gaza li iraqê cuda ye. Tevî ku li gel welat daneyên mezin ji gaza xwezayî hene, lê mîqdarên mezin ji van hewcedariyên potensiyal dişewitîne. Bi wê re pişta xwe dide dewletên derdor ku pêdiviyên wê ji enerjiyê dabîn bikin. Dê daneyên gazê li herêma Kurdistanê bingehîn bin ku çareyeke guncaw ji vê hevrikiyê re were dîtin. Anku dê Bexda dev ji vê gazê bernede. Ev jî tê wateya ku heke çareserî û lihevkirinek di navbera Hewlêr û Bexdayê de çênebû dê mijare ber bi rageşiyê ve biçin."

Rewşen Qasim behsa kir ku ger peymanek di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêk hat û hevkarî di aliyê gaza xwezayî û enerjiya kehrebê de çêbû û her du hikumet ji hev nêz bûn dê ev yek nakokiyên di navbera her du aliyan de sivik bike û nîqaşên li ser budceya salane bikin. Rewşen Qasim wiha dawî li gotina xwe anî: "Lê belê dê dewleta Tirk li pêş çi peyman an jî çareseriyekê di navbera Hewlêr û Bexdayê de bibe asteng. Ji ber peymanên bi hikumeta Hewlêrê îmze kirine, bi hêsanî petrol û gazê bi kar tîne."

(fr)

ANHA