ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-02-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-02-2022
22 sibat, 2022   00:00

-Şêniyên Kobanê sersaxiyê ji malbata şehîdê QSD'ê Hemze Ehmed re dixwaze, sersaxî li gundê Belek ê başûrê Kobanê tê dayîn, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîr û xebatkarên qada perwerde û fêrkirinê diyar kir ku israra fêrbûna bi ziman dayikê qadek ji qadên şer e û pirrengiya gelan û zimanên wan dewlemendiya şaristandiya mirovahiyê ye. Her wiha banga parastina çand û zimanê xwe li gelê Kurd kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dayikên şehîdan ên Kobanê diyar kirin ku ew ê çalakiyan berdewam bikin heta ku cenazeyên şehîdên komîna Xelîfanê radestî malbatên wan bê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di demekê de ku gelê Sûriyê êş û azara xwe li ser medyaya dijîtal tîne ser ziman, hikumeta Şamê biryarek ragihand û pê hewl dide dengê rexnegiran qut bike. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

-Endamê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê Musena Ebdulkerîm diyar kir ku  daxwazên gelê Siweydayê rewa ne divê hikumeta Şamê li wan guhdar bike. Musena Ebdulkerîm got: "Piştî 11 salan ji aloziya Sûriyê, di hemû aliyan de alozî gûrtir dibe, sedema vê yekê girêdana hikumeta Şamê bi zihniyeta xwe ya şofonîst e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Her çi qas di Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de jî pirsgirêka ziman her ku diçe zêde dibe, lê dîsa jî wek pirsgirêkeke sereke ya Kurdan di rojevê de dimîne. Kurd demeke dirêj ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê li çar parçeyên Kurdistanê tê koşiyan. Di dawiyê de bi şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê re pirsgirêka perwerdeya kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çareser bû. Lê li Rojhilatê Kurdistanê û bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê ev nêzî sed sal e li ser kurdî polîtîkayeke bêsînor a zext û asîmîlasyonê heye. Di vî warî de li dibistanan "dersa hilbijartî" ku îro li Bakurê Kurdistanê bi berfirehî tê nîqaşkirin, divê nekeve pêşiya maf û têkoşîna perwerdeya bi zimanê dayikê. Berevajî vê yekê divê nêzîkatiya ku rê li ber perwerdeya zimanê dayikê vedike, esas bê girtin.

KURDISTAN

-Nivîskar û rojnamevan Rewşen Qasis got tu kes nikare bersiva pirsa dahatûyên herêma Başûrê Kurdistanê bi ku derê çûne bide û diyar kir ku heger dosyaya petrol û gaze di navbera Başûrê Kurdistanê û hikumeta Federal de nayê çareserkirin dê rewş ber bi aloziyekî ve biçe. (BI WÊNE).

- Hêvî Seyîd têkildarî daxuyaniyên wezîrê parastinê yê Tirk Hulusî Akar ên li dijî PKK’ê diyar kir ku bi rêya tunekirina PKK`ê dixwazin Kurdan qir bikin û li ser hevkariya Barzaniyan û dewleta Tirk got “Ji demên berê de destê wan di destê dewleta Tirk de ye. Heta kengî dê bindestê dewleta Tirk bin? Divê êdî şiyar bibin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinan destnîşan kir ku Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan rasterast li dijî projeya neteweya demokratîk bû û gotin, azadiyaî fîzîkî ya rêbertî daxwaza hemû jinan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA