Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan: Barzanî dê heta kengî bindestê dewleta Tirk bin?

Hêvî Seyîd têkildarî daxuyaniyên wezîrê parastinê yê Tirk Hulusî Akar ên li dijî PKK’ê diyar kir ku bi rêya tunekirina PKK`ê dixwazin Kurdan qir bikin û li ser hevkariya Barzaniyan û dewleta Tirk got “Ji demên berê de destê wan di destê dewleta Tirk de ye. Heta kengî dê bindestê dewleta Tirk bin? Divê êdî şiyar bibin.”

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan: Barzanî dê heta kengî bindestê dewleta Tirk bin?
22 sibat, 2022   01:50
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Piştî hevdîtinên bi serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re, careke din serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hevdîtin bi wezîrê parastinê yê Tirk Hulusî Akar re pêk anîbû. Akar encama civînên bi Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî re ragihand. Akar got ew hewl didin PKK’ê tune bikin û bi Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî re li ser vê yekê li hev kirine.

Der barê mijarê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Hêvî Seyîd got: “Kengî Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê tune bûn, ew ê bikarin PKK`ê tune bikin. Di şexsê PKK`ê de dixwazin gelê Kurd qir bikin.”

Hêvî Seyîd da zanîn ku ji ber ku PKK ji bo gelan hêvî ye, dixwazin tune bikin û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Lê qet armanca wan pêk nayê, ji ber ku PKK xwedî bi hezaran şehîdan e, xwedî fikirên Rêber Abdullah Ocalan e.”

Hêvî Seyîd bal kişand ser Komploya Navneteweyî jî û got: “Dema ku rêber Apo jî bi destê 33 dewletan hat revandin, gotin em ê bi vê yekê PKK`ê tune bikin. Lê hedefa wan pêk nehat, berovajî wê PKK xurttir bû.”

Wezîrê parastinê yê Tirk Akar têkildarî planên wan ên li dijî PKK’ê di daxuyaniyekê de gotibû: “Me bi Nêçîrvan Barzanî û hem jî bi Mesrûr Barzanî re hevdîtin kirin. Di vê mijarê de em hemû jî wekî hev difikirîn. Me li hev kir.”

Li ser vê yekê Hêvî Seyîd da xuyakirin ku ew Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî wek Kurd nabînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke Kurd bûna, ew ê rê li ber bombebarana dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê venekirina. Ji demên berê de destê wan di destê dewleta Tirk de ye ku her dem komkujiyan li dijî gelê Kurd pêk tîne. Heta kengî ew ê bindestê dewleta Tirk bin? Divê êdî şiyar bibin.”

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Hêvî Seyîd wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Kesên li dû berjewendiyên xwe bikevin tu carî bi ser nakevin.”

ANHA